`Rêbertiyê wekî bavekî lawê xwe nedîtiye ez hembêz kirim`

Elî Bekir ku 28 berê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got “Dema Rêber Apo ez hembêz kirim, min wisa hîs kir ew weke bavekî bi dehan salan lawê xwe nedîtiye tevdigere û dixwaze wî ji qirkirinê biparêze. Serok Apo xelasiya mileta ye, her kes aşiqê dîtina wî ye. Em ji bo azadiya wî bi israrin.”

`Rêbertiyê wekî bavekî lawê xwe nedîtiye ez hembêz kirim`
4 tîrmeh, 2023   00:16
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Elî Bekir ê 65 salî ji gundê Dada Ebdal ê girêdayî Kantona Hesekê ye. Hîn di ciwantiya xwe de gelek partiyên Kurd naskirine, lê dema 1988`an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir, baweriya wî ya ji bo jiyaneke azad xurt bûye û dest bi têkoşînê kiriye. Di dema xebatên xwe de 7 caran ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatiye girtin, işkence lê hatiye kirin, ji pişt û serê xwe giran birîndar bûye.

Elî Bekir di vê navberê de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêr bûye û xwestiye ku wî bibîne. Ev daxwaza xwe 1991`an aniye ziman û 1995`an de daxwaza wî pêk hatiye.

`BI DÎTINA RÊBERTIYÊ RE ME XWE NAS KIR`

Elî Bekir cara yekem rû bi rûbûna bi Rêber Abdullah Ocalan re û tesîra li ser wî hatiye avakirin bi van gotinan anî ziman: “Bi rûyekî ken em pêşwazî kirin. Dema Rêber Apo ez hembêz kirim, min wisa hîs kir ew weke bavekî bi dehan salan lawê xwe nedîtiye tevdigere û dixwaze wî ji qirkirinê biparêze. Xwest me têxe nava dilê xwe. Ji bilî dayîna fikra xwe, fîzîkî jî hezkirina xwe ji me re nîşan da. Ji me re got `PKK ked û xebat e`. Rêber Apo insanan ava dike, rê vedike ku mirov xwe û dijminê xwe nas bike. Raste beriya naskirin tevgerê me xebata siyasî dikir, lê me xwe nas nedikir. Armanca rêbertî avakirina gelan e, ew ji bo tevahî gelên bindest û azadîxwaz çavkaniyek e.”

Elî Bekir piştî vegeriya ye felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji zarokên xwe re vegotiye, zarokên wî jî tevlî xebatan bûne. Keça wî Gulîstan Bekir (Rûken) di sala 1995`an tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye û 1996`an li herêma Zapê şehîd bûye. Elî Bekir jî piştî vê şehadetê zêdetirîn wekî bavê Rûken hatiye naskirin. Keça wî Ronahî Bekir jî di dema komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan de (1999) tevlî Tevgera Azadiyê bûye û navê xwişka xwe Rûken rakiriye. Ew jî di 2006`an de li çiyayê Cûdî şehîd bûye.

`SEROK APO XELASIYA MILETA YE, JI BER WÊ HER KES AŞIQÊ DÎTINA WÎ YE`

Bavê Rûken da zanîn ku hêzên komploger fikra Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe wekî xeteriya herî mezin dîtine, lewma dixwazin bi tecrîdê ji gel qut bikin. Bavê Rûken destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xelasiya gelan e, her kes aşiqê dîtina wî ye, lewma komploger nagihêjin hedefa xwe.

Bi gotinên, “Rûmeteke mezin a ku Serok Apo daye me, ew e ku êdî xwîna gelê Kurd nakeve xizmeta dijminan. Bi derketina fikra Rêber Apo re rih, ked û xwîna Kurdan êdî ket xizmeta jiyana azad. Tişta Rêber Apo daye me nayê jibîrkirin” Bavê Rûken sedema şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got: “Em bi israrin ku li pey fikra wî bimeşin û daxwaza azadiya fîzîkî ji bo wî bikin. Tekoşîn bi rastiya fikir ve girêdayî ye, dema mirov di nava civaka xwe de rast biaxive, rast tevbigere û bê berjewendiyên şexsî tevbigere wê encam were. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî wê bi vê rêyê çêbibe, erka me parastina xeta şehîdan û fikra Rêber Apo ye.”

ANHA