Zarokek ber bi mirinê ve hat dehfdan

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî zarokeke 16 salî ber bi mirinê ve hat dehfdan.

Zarokek ber bi mirinê ve hat dehfdan
3 tîrmeh 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, duh (2`ê Hezîranê) zarokeke 16 salî li mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne, piştre ew rakirine nexweşxaneyeke bajêr û li wir jiyana xwe ji dest daye.

Nehat zanîn bê sedemên hewldana xwekuştinê çi ne.

Li Efrînê sûcên qetilkirin, revandin û êrişên zayendî yên ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dewam dikin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, li Efrînê di nava 6 mehan de, di nav de 20 jin bi giştî 173 kes hatine revandin, di nav de 2 jin 12 kes jî hatine qetilkirin.

Di nava kêmî 2 mehan de jî çeteyan êrişa zayendî li 3 zarokên keç kirine.

(bb)

ANHA