Hêzên Ewlekariya Hundirîn madeyên hişbir şewitandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê madeyên hişbir yên ku desteser kiribûn, şewitandin.

26 hezîran 2023   16:36
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di Roja Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Cîhanê de, bi dirûşma "Jiyana te biha ye wê bi hişbirê neşewitîne" madeyên hişbirê şewitandin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/06/26/155812_jhad-asmaayl-khany.jpg

Bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qadeke vala ya herêma Şiqeyêf kom bûn, ku li wir daxuyaniyek ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cîhad Îsmaîl Xanî ve hate xwendin.

Xanî di daxuyaniyê de bal kişand ser bandorên nerênî yên madeyên hişbir li ser civakê û got: "Gel bi ciwanan radibin lê belê bazirganên mirinê bi armanca têkbirina ciwanên me û ji bo ku wan bê ruh, bê elxaq, wijdan bikin, madeyên hişbirê di nav wan de belav dikin."

Xanî wiha domand: "Eger em hevkariya hev nekin û bi hev re şerê hişbirê nekin em ê nikaribin civaka xwe bigihînin ewlehiyê, divê em ciwanên xwe ji vê metirsiyê hişyar bikin û divê şênî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re havkar bin û têkildarî kesên madeyên hişbirê bi kar tînin, agahdar bike da ku wan derman bikin û dawî li hişbirê bînin.”

Piştre madeyên hişbir li qadeke vala ya dûrî avahiyên şêniyan hatin şewitandin.

(mh/şx)

ANHA