​​​​​​​Li Girê Spiya dagirkirî di navbera çeteyan de şer derket

Di encama şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî 2 sivîl birîndar bûn.

​​​​​​​Li Girê Spiya dagirkirî di navbera çeteyan de şer derket
26 hezîran, 2023   20:14
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji bajarokê Silûk ê dagirkirî, da zanîn ku di navbera çeteyên Siqûr El Şemal û Ketaêb El Xetab de ji ber nakokiyên li ser sahrîceke sotemeniyê ku serçeteyekî Siqûr El Şemal dest danîbû ser, şer derket.

Heman çavkanî piştrast kir ku di encama şerê bi çekên sivik û mûşekên RPG de, 2 sivîl ji nav wan jinek û hin çeteyên Ketaêb El Xetab, birîndar bûn.

(mh/şx)

ANHA