Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Ebdulmecîd El Esed spart axê
Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulmecîd Ehmed El Esed li goristana şehîdan oxir kir. Her wiha teqezî bi sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, kir.
Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li Goristana Şehîdan kom bûn û tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebdulmecîd Ehmed El Esed bûn ku di 24`ê Hezîranê de di encama kirîza dil de şehîd bûye.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rûspiyên êlan tevî şêniyên navçeyê tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr El Taan axivî û got : « Gelê me berxwedêr e. Tu hêz nikare li hemberê bisekine. JI fedakariya şehîdan mezintir tiştek din tune ye.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ûde El Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd. Her wiha banga hevgirtinê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li gelên herêmê kir.
Dûre, cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hate veşartin.
(şx)
ANHA