4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li Helebê di hedefgirtinên dualî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û leşkerên hikumeta Şamê de leşkerekî Şamê hate kuştin, her wiha di teqîna depoyeke çekan a li gundewarên Humsê de 3 leşkerên din ên Şamê hatin kuştin

4 leşkerên Şamê hatin kuştin
24 hezîran, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di navbera çeteyên ′Fetih El Mubîn′ û leşkerên hikumeta Şamê li derdora projeyên li Sehil El Xab û derdora Kebanê ya li Cebel El Ekrad a bakurê Laziqiyê de şer û pevçûn çêbûn.

Girêdayî mijarê, çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê kir hedef û kuşt. Di heman demê de leşkerên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora Bezabor a çiyayê Erebeîn, gundên Fitêre, Filêfil û Sifohin ên çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê de topbaran kirin.

Her wiha ji ber teqîna depoya çekan li herêma Hesya ya başûrê Humsê serbazek û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Lê heta niha sedema teqînê ne diyar e.

(fr)