Li Şengalê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ, komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kirin.

Li Şengalê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
23 hezîran, 2023   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Jinê ya Azad a Êzidî (TAJÊ) duh li ber 'Parka Rêber Apo' daxuyaniyek da.

Di dema daxuyaniyê de gelek kes amade bûn. Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hevserok Nayîf Şemo daxuyanî da û got: "Em van êrişên nemerdane yên li ser Rojava û pêşengên xwe şermezar dikin. Sedema esasî ya zêdebûna êrişên li ser Rojava, hewldana ji bo pêşîgirtina li darizandina çeteyên DAIŞ'ê ye. Em bi gelê Rojava re ne."

Şemo got: "Bila dijmin baş zanibe ku bi van êrişan wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Ev fikrê ku bi îradeyeke azad afirî ye, wê bi ti hêzê ji holê ranebe."

Bi navê TAJÊ jî Riham Hiço axivî û got: "Di şexsê Yûsra û Rihan de em şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin. Armanca van êrişên li ser pêşengên me yên li Rojava û Şengalê, qirkirina gelê Kurd û civaka Êzidî ye."

Hiço bi dewamî got: "Êrişên li ser Rojava her oj zêde dibin. Her kes baş zane ku armanc ji van êrişan astengkirina darizandina çeteyên DAIŞ'ê ye. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê hatin darizandin wê rûyê rast ê dewleta Tirk careke din eşkere bibe."