Li Hondurasê di girtîgehê de 50 jin hatin kuştin

Li Hondurasê di girtîgehê de şer çêbû û nêzikî 50 jin hatin kuştin. Serokê welêt ji ber van bûyeran wezîrê ewlekariyê ji peywirê girt.

Li Hondurasê di girtîgehê de 50 jin hatin kuştin
23 hezîran, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girtîgeha bajarokê Tamara yê Tegûcîgalpaya ya Hondurasê ku welatekî Amerîkaya Navîn e, di şer de 5 jinên din hatin kuştin.

Ji ber şerê di navbera çeteyên Mara Salvatrûcha û Barrîo 18’ê de 26 jin hatin şewitandin û 20 jin jî bi kêr û çekan hatin kuştin.

Hat ezanîn ku girtî xistine hucreyan, derî bi ser wan de girtine û agir pê xistine.

Serokê welêt Xiomara Castro ji ber van bûyeran wezîrê ewlekariyê Roman Sabillon ji peywirê girt.

Di 2012’an de jî li girtîgeha Comayagûa ya Hondurasê ji ber şewatê 361 girtiyên mêr jiyana xwe ji dest dabû.