Li Helebê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Çeteyên ′Fetih El Mubîn′ li nêzî bajarokê Beserton ê li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê kuşt . Li başûrê Idlibê jî di êrişên çeteyan de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Li Helebê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
23 hezîran, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzî bajarokê Beserton ê li rojvayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên ′Fetih El Mubîn′ hate kuştin.

Li derdora Kefer Nibul ê başûrê Idlibê jî çeteyên ′Lîwa Ebû Bekir El Sidîq′ ên girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar kirin.

Di saetên vê sibehê de hêzên hikumeta şamê gundên Tuqad, Behfîs ên rojavayê Helebê, derdora Ziyaretê yê rojavayê Hemayê, gundên Fitêre, Filêfil, Sifohin û Dar El Kebîr ên başûrê Idlibê topbaran kirin. 

(fr)