Rojnameyên erebî: Têkildarî Şamê nakokiyên Ereban û Ewropayê

Nakokiyên Ewropa û Ereban ên li ser dosyaya vegerandina Şamê ya li Komkara Erebî civîna wezîran bi paş de xist ku dihat payîn vê hefteyê li dar bikeve.

Rojnameyên erebî: Têkildarî Şamê nakokiyên Ereban û Ewropayê
19 hezîran, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa Sûriyeyê, Iraq û aloziya siyasî ya li Lîbyayê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

‘JI BER SÛRIYEYÊ CIVÎNA WEZÎRÊN EREB Û EWROPAYÊ HAT PAŞXISTIN'

Der barê Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Nûnerê Bilind ê Kar û Barên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, duh (Yekşemê) ragihand ku ji ber dosyaya vegerandina Sûriyeyê ya li Komkara Dewletên Ereban civîna wezîrên Ereb û yên Ewropayê ku biryar e di vê hefteyê de were lidarxistin, hat paşxistin.

Tevî ku berpirsê ewropî diyar kir ku Yekitiya Ewropayê rêzê dide biryara Ereban a li ser vê mijarê, lê di civîneke çapemeniyê ya li gel sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû Xeyd de got, biryara vegerandinê di demekê de hate dayîn ku Sûriyeyê tu hewldan ji bo kêmkirina şer nekirine.

Borrell anî ziman ku helwesta Yekitiya Ewropayê nehatiye guhertin, nemaze eger Şam di pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254'an de pêşketinê pêk bîne û got ji ber vê yekê Yekitiya Ewropayê civîna wezîran bi paş xist."

‘IRAQ XWE JI BO VEBIJÊRKÊN ALTERNATÎF ÊN BENDERA CEYHANÊ AMADE DIKE’

Têkildarî rojeva Iraqê jî rojnameya Ereb wiha nivîsî: "Vejandina xeta boriya Kerkûk-Baniyasê ku bibe alternatîfa Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê careke din bû rojeva Iraqê. Ji 25'ê Adara borî ve hinardekirina petrola Kurdistana Iraqê bi rêya vê benderê rawestiyaye. Gotegotên têkildarî vejandina vê boriyê ku digihêje bendera Baniyasê ya li parêzgeha Laziqiyê ya li Sûriyeyê beriya muzakereyên Tirkiye-Iraqê hene. Tê payîn ku muzakere duşemê dest pê bikin û armanc jê ew e ku çareseriyekê ji hindarkirina petrola herêmê re were dîtin, nemaze Bexda bi fikar e ku Enqere li ser tazîmatên ku NY'yê li gorî berjewendiyên wê erê kirine, bazaran bike."

'JI BO NEXŞERÊYA SIYASÎ YA LI LÎBYAYÊ GAVÊN PÊŞÎN HATIN AVÊTIN'

Der barê Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Asoya pêvajoya bê ya Lîbyayê êdî xuya dibe û nîşaneyên ber bi pêkanîna hilbijartinên parlamentoyê ve diyar dibin. Hilbijartinên serokatiyê hatin paşxistin heta ku lihevkirin li ser xalên nakok çêbe.

Nûnerê taybet ê Lîbyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Ebdullah Batîlî û şandeya pê re duh amadekariyên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan şopandin û bi serokê komîseriyê Îmad El Sayîh re hevdîtin pêk anî.

Li gorî şîrovekarên siyasî, dibe ku hin gav ji bo derbaskirina astengiyan bên avêtin û bang were kirin ku beriya dawiya salê hilbijartinên parlamentoyê werin lidarxistin. Ev daxwaza hemû aliyên siyasî û civakî yên li welat e. Şîrovekaran destnîşan kir ku der barê qanûna hilbijartinên parlamentoyê de ku Komîteya 6+6 derxistiye, nakokî tune ne, lê nakokî li ser qanûnên serokatiyê û bendên girêdayî şertên namzet û dengdanê hene.”

(bb)