Faşîzm har dibe û sazkar dibe - Rauf KARAKOÇAN

Faşîzm har dibe û sazkar dibe - Rauf KARAKOÇAN
19 hezîran 2023   00:45

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, bi hilbijartinên 14-28'ê Gulanê re tevî desthilateke faşîst a Tifaqa Cumhurê dikeve sedsala duyemîn a komarê.

Bi van hilbijartinan re sosyolojiyeke nû ava dibe. Dê girseyeke olperest were birêxistinkirin da ku desthilata heyî bikare pişta xwe bidiyê û bi melayên danîne ser dibistanan jî dê ji saziyên perwerdeyê dest pê bikin û civakî veguherînin. Tevî ku AKP 21 sal e li ser desthilatê ye û ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê berpirsyar e jî, rastiya ku li Tirkiyeyê partiya yekemîn e û ji civakê piştgiriyê dibîne, bi taybetmendiya binyadî ya faşîzmê ve têkildar e. Ji bo fêmkirina avaniya siyasî ya Tirkiyê divê guherîna civakî li ber çavan bê girtin. Avaniya civakî nîşaneya sazûmaniya faşîzmê ye.

Tirkiye bû dewleteke partiye û piştî ku derbasî sîstema serokatiyê bû, dawî li sîstema parlamenteriyê anî. Dewlet bi hemû saziyên xwe re ketiye nava veguherîneke mezin. Cudabûna hêzan (erkan) bi temamî ji holê rabûye. Hemû sazî veguherîn buroyên partiyê. Jixwe di pêvajoya hilbijartinê de saziyên ku bi rastî jî ji bo kampanyaya propagandayê ya AKP'ê dixebitîn, hebûn. Di serî de TRT, Lijneya Hilbijartinan a Bilind, saziyên ewlekariyê, saziyên hiqûqê, şefên îdareya sivîl, diyanet, mizgeft û gelek sazî û rêxistinên din, hemû saziyên dewletê seferber kirin. Yanî piştî binesaziya civakî, saziyên din jî li gorî faşîzmê hatine dîzaynkirin.

Her wiha rastiyek e ku qonaxa Tirkiye gihaştiyê, baş nayê nirxandin. Faşîzm her ku xwe sazkar dike, muxalefet wekî pêvajoyên normal tev digere û bi rastî jî tevkariyê li geşbûna faşîzmê dike. Jixwe mirov nikare bibêje partiyên Tifaqa Milletê ji desthilatê gelekî cuda ne. Ji ber ku ew partî ji desthilata AKP-MHP'ê veqetiyane, mirov nikare wekî partiyên muxalîf jî bi nav bike. Ne mimkun e ku mirov li bendê be ku ew partî muxalefetê bikin an jî li dijî faşîzmê rawestin.

Serokkomarî veguheriye dîktatoriyê û di avadaniya îdarî de rewşeke domdar e. Hemû desteyên biryardayînê li gorî otorîteya mutleq hatine birêxistinkirin. Her gotina ji devê dîktatoriyê derdikeve, saziyên dewletê neçar in li gorî wê hereket bikin. Gotin qanûn e, her qanûnek ferman e. Wekî ku fermana sultanan be, dikeve pratîkê. Bi sepandina rêyên zagonî an jî bi darê zorê ji bo qutkirina dengên qelsok ên li dijî dîktatoriyê alaveke bêbandorkirinê ne. Wezaret û saziyên din ên îdarî bûne kûkla. Dadgeh neçar man bi talîmatê biryarê bidin. Karê din a dîktatoriyê êdî ji niha û pê de dê bidawîkirina pirdengî û rengîniyê be. Dê cihêrengiyê veguherîne yekrengiyê, dê li ser zîhniyeta yekperest tiştên nû ava bike.

Sîstema serokatiyê ya bi şêwaza Tirkan, rengekî nû yê faşîzmê ye. Di heman demê da li gorî konjonktura cîhanê ye jî. Xetereyên global û şerên heyî, refleksên neteweyî yên gelan derdixin holê. Sînorên neteweyî, zîhniyeta netewedewletê berê wan dide nîjadperestî, neteweperestî, şovenîzmê û di dawiya dawî de jî faşîzmê har dike. Tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji ber rastiya vê pêvajoyê ne. Neteweperestî û nîjadperestî gur kirin û olperestî jî lê zêde kirin û bi vî awayî desthilata zîhniyeteke kevneperest afirandin. Faşîzma li Tirkiyeyê avaniyeke pir xeternaktir e û dikare pir bi hêsanî bibe sedema hilweşîneke mezintir jî.

Erdoganê dîktator, ji dîktatorên faşîst ên berê Mussolînî, Franko û Hîtler gelekî wêdetir rol û mîsyonek daye ser milê xwe. Erdogan ji bo ku avadaniya xwe ya navxweyî xurt bike, dê herî zêde di vê serdema desthilatê de hewl bide birêxistinbûna xwe ya bingehîn temam bike. Di heman demê de dê berê xwe bide derve jî û jê kêm nemîne. Ji ber ku oryantasyona derve ji bo siyaseta navxweyî amûrên pir berhemdar çêdike û pirsgirêkên civakî yên navxweyî ditepisîne. Pirsgirêkên wekî xizanî, birçîbûn û enflasyonê dê bi 'beqa'ya (domdarî) welêt ve bên girêdan û ji desthilatdariyê re bibin destek. Ji bo vê jî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava, êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên înkar, tunekirin, asîmîlasyon, qirkirina siyasî û çandî yên li dijî Kurdan ên li hundir dê bi berfirehî bidomin.

Mîna ku di çarenûsa hemû desthilatên faşîst de jî tê dîtin, dê welêt ber bi hilweşandinê ve bibin. Bi hilweşîna xwe re dê gel û welêt jî hilweşînin û jê re nabe xem jî. Pêşeroja siyasî ya Tirkiyeyê dê ji bilî hilweşandinê tiştekî din nede. Ezmûna herî mezin a faşîzmê jî, şerê wê li dijî Kurdan e. Dê dekê xwe li Kurdan bide. Heta ku Kurdan têk nebin, nikarin behsa serkeftina faşîzmê bikin. Ji ber vê yekê di serdema pêş de dê dijminatiya Kurdan derkeve lûtkeyê. Benda herî mezin a ku li dijî pergala serokatiya faşîst a bi şêwaza Tirkan û Erdoganê dîktator radiweste, Kurd in.

Tê fêmkirin ku faşîzm bi hêrseke zêde êrişî Kurdan dike. Hemû xirabî di nava xwe de hewandin cihê ku bikare bigihijê, gihaştê. Di qonaxa heyî de hem li hundir hem jî li derve ketiye pêvajoya têkçûnê. Çawa ku ne pêkan e pênûsek tîk raweste, pêşketina AKP'ê jî êdî bi dawî bûye. Têkçûn ji her demê zêdetir nêzîk e. Berxwedana Kurdan panzehîra faşîzmê ye. Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd dê diyarkera vê pêvajoyê be.

ANHA