Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Artêşa Îsraîlê dikên avêtina topan ên Hizbullahê kirin hedef. Hizbullah jî bi moşekan êriş Bêt Hêl kir.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
4 tebax 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand wê ku vê sibehê dikên avêtina topan ên Hizbullan ên li herêma Merceîyon a başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Hizbullahê jî ragihand ku wê bi dehan moşekên katyoşayê devera Bêt Hêl kire hedef. Hizbullah êrişa li Bêt Hêl "wekî bersiva li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser gundên Keferkêla û Dêra Suryan ku di encamê de sivîl birîndar bibûn" nîşan da.

Çend saet berê jî Hizbullah nêzî 50 moşek ber bi devera Celîl El Ela ve avêtin. Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hinek moşek asteng kirin û niştecihên wir hişyar kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

(bb)