Li Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî… serbixe azadî", Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê meşeke bi maşeleyan li dar xist. Yekitiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û soza domandina berxwedanê li dijî êrişan da.
![Li Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202306/191502_182054_0000000.jpg)
Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û nivîsgeh û komîteyên jinan ên Tebqayê beşdar bûn.
Meş ji taxa Ewel a navenda bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya Meyselûn a taxa Tanî ve bi rê ket.
Li wir, bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê daxuyaniyek hat dayîn, daxuyanî ji aliyê rêveber Aye El Silêman ve hat xwendin.
Aye got: "Hîn jî dewleta Tirk a dagirker bê ku tu hêzên navneteweyî wê rawestînin, êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne."
Daxuyaniyê destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina dewleta Osmanî bi saya fedakariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li herêmê û li çiyayan têk çûn.
Di daxuyaniyê de soza domandina rêya şehîdan heta rizgakirina xakê û azadkirina gel ji bindestiyê hat dayîn, her siyaseta tecrîdê û ya cezayên dîsplînî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û bêdengiya rêxistin û hêzên navneteweyî ya li hember van kiryaran hatin şermezarkirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku gelê herêmê dê tu carî serî li hember dijmin netewîne û ku ew ê xwedî li projeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel amade ye asta têkoşîna xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî li hember kiryar û komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêber Abdullah Ocalan bilind bike.
(mh/şx)
ANHA