Prof. El Seîd: Kabîneya nû ya Erdogan ne polîtîk e

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê Prof. Usama El Seîd anî ziman ku kabîneya nû ya Erdogan ne polîtîk e û got “Erdogan bi vê kabîneyê dixwaze nameyên dilxweşiyê bide civaka Tirkiyeyê û cîhanê. Ev kabîne nîşan dide ku Erdogan bi binkeftina xwe îtîraf kiriye.”

Prof. El Seîd: Kabîneya nû ya Erdogan ne polîtîk e
17 hezîran, 2023   07:56
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Li gorî çavdêran Erdogan bi avakirina kabîneya nû dixwaze peyamên siyasî bide hundirê Tirkiyeyê û sazî û bazarên navneteweyî.

DILÊ HILBIJÊRAN XWEŞ DIKE

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê profesor Usama El Seîd destnîşan kir ku avakirina kabîneyeke nû ya Tirkiyeyê û guhertinên mezin ên ku di 15 wezaretan de bûne, nîşan didin ku Erdogan êdî dixwaze bi rûyekî nû dilê hilbijêrên Tirk rihet bike, nexasim ku hilbijartinên şaredariyê nêzîk bûne û AKP jî hewl dide heyfa binketina xwe ya di hilbijartinên dawîn ên şaredariyan de hilîne ku her du bajarên mezin Enqere û Stenbol ji dest dabûn.

El Seîd ji ajansa me re got: "Erdogan ji hilbijartinên dawîn ên serokkomariyê û yên parlamentoyê ders girt ku êdî dê girîngiyê bide dosyaya aborî. Ji ber vê yekê kabîneyeke bi wezîrên teknokrat ên pispor ava kir da ku di dosyayên ku wezîr hildigirin de pisporiyê çêke."

ALOZIYA KOTAYÊ

El Seîd anî ziman ku Erdogan di avakirina kabîneyê de ji fikrê wezîrên siyasî yan partiyetî dûr ket û sedemên vê dûrketinê spart van xalan: "Yek ji wan sedeman ew e ku Erdogan dixwaze girîngiyê bide destkeftiyên pisporî yên berbiçav, bi taybetî yên têkildarî dosyayên aborî. Her wiha dixwaze ji fikrê kotaya partiyetiyê jî xelas bibe. Jixwe Erdogan bi saya hevgirtina bi gelek partiyan re di hilbijartinan de bi ser ket. Di encamê de hebûna wezîrên AKP'ê bêyî ku wezîrên partiyên din hebin, dê derî li ber rexneyên hevalbendan ên ji bo Erdogan veke, ji ber wê jî fikrê kabîneyeke teknokratên pispor ên ne hizbî û ne siyasî wekî çareseriya derketina ji vê aloziyê dît."

HULUSÎ AKAR Û HAKAN FÎDAN

Der barê erkdarkirina serokê berê yê îstixbaratê Hakan Fîdan wek wezîrê karên derve li şûna Çavuşoglu, Usama El Seîd got: "Ev dide diyarkirin Erdogan dixwaze rêbazên dan û standinê ya bi dosyayên çalak ên dîplomatîk wek her du salên berê bidomîne. Fîdan ne kesayetekî îstixbaratî tenê bû, di heman demê de gelek dosyayên derve yên Tirkiyeyê dişopandin û cihê baweriyê ji bo Erdogan e."

El Seîd diyar kir ku dibe ku hebûna Fîdan di lûtkeya dîplomasiya Tirkiyeyê de têkiliyên bi gelek dewletên herêmê re xurt bike, mîna ku bi Qahîre, Ebû Zabî û Riyadê re çêbûye.

El Seîd destnîşan kir ku erkdarkirina serokerkan li şûna wezîrê parastinê biryareke ne siyasî ye û got: "Hulusî Akar tu carî li hember Erdogan ranebûye, berovajî wê yek ji zilamên dilsoz ên Erdogan bû. Çûyîna Akar û erkdarkirina serokerkan di çarçoveya nûkirina rûyan û bikaranîna wezîrên pirsor û teknokrat de pêk hat."

ÎTÎRAFKIRINA BI BINKETINÊ

El Seîd destnîşan kir ku vegera Mihemed Şeşmek ê ku ji 2009 heta 2018'an wezîrê diravî bû, tê wateya ku Erdogan bi binketina siyaseta xwe ya aborî îtîraf dike, nexasim ku Şeşmek bi serxwebûna tevgera sûkê bawer e û naxwaze hikumet destwerdanê li sûkê bike, di heman demê de Şemşek ji bo gelek sûkên navneteweyî û yên cîhanî cihê baweriyê ye. El Seîd got: "Erdogan bi vegerandina Şeşmek wekî wezîrê diravî dixwaze vê nameyê bide sûkên navneteweyî û yên cîhanî ku dixwaze aboriyê ku hilweşiyaye, vegerîne wekî berê."

Usama El Seîd wiha zêde kir: "Erkdarkirina Hefîze Erkdan wekî seroka Banka Navendaî ya Tirkiyeyê jî yek hewldanek Erdogan e da ku rûyekî nû li şûna rûyê îdeolojîk yê zilamekî olperest nîşan bide. Erdogan hewl dide xwe wek kesekî pêşverû nîşan dide û bi vê biryarê dixwaze dilê hundir û derveyî Tirkiyeyê jî xweş bike."

El Seîd diyar kir ku erkdarkirina Hefîze Erkan a ku pisporiyeke mezin di saziyên amerîkî de girtiye nameyeke rihetiyê ya Erdogan a ji bo saziyên diravî di serî de yên amerîkî ye û got: ''Ev tê wateya ku Tirkiye dê di dema bê de rêbaza birêvebirina aboriyê biguherîne nexasim ku Erdogan di dema desthilatiya xwe de her tim destwerdan di biryarên aborî de dikir."

RÊVEBERIYEKE ALTERNATÎF

El Seîd wiha domand: "Erkdarkirina Cevdet Yilmaz wek cîgirê serok ku yek ji kesayetên payebilind ên AKP'ê ye, tê wateya ku Erdogan amadekariya bicihkirina rêveberên alternatîf di navenda desthilatê de dike, nexasim ku gelek rapor piştrast dikin ku ev dem dema dawîn ya desthilata Erdogan e. Ji ber wê jî Erdogan hewl dide alternatîfekê ji bo partiya desthilatdar peyda bike da ku desthilat ji destê AKP'ê dernekeve."

Der barê gengaziya biserketina kabîneya Tirkiyeyê de jî El Seîd got: "Kesayeta Erdogan dê di dema bê de diyarker bibe, nexasim ku dixwaze di hemû mijaran û karên wezîran de destwerdanê bike. Ev jî dê performansa hikumeta nû û şiyana wê diyar bike bê ka ew dê bikare bi awayekî serbixwe erkên xwe pêk bîne yan ew ê ji Erdogan re bibe sekreter."

 (mh)

ANHA