Rojnameyên erebî bal kişand ser rageşiya leşkerî ya li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rageşiya li Sûriyeyê, têkiliyên Enqere û Silêmaniyê, rewşa Sûdan û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî bal kişand ser rageşiya leşkerî ya li Sûriyeyê
17 hezîran, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dijwar kirin, di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tevgerên ji bo xurtkirina nuqteyên xwe zêde kirin û sewqiyatên nû pêk anîn. Rûsyayê jî piştî tevgerên dawîn ên Amerîkayê, tevgera xwe ya hewayî hem li ser sînorê Tirkiyeyê, hem jî li ser sînorê bi Urdinê re li nêzî baregeha Tenef a Amerîkayê, zêde kirin.

Eniya Idlibê jî ya ku astengiya sereke li pêşiya normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê ye, hê jî germ e. Diyar e ku hewldanên Moskov û Tehranê yên ji bo jinûvesazkirina nexşerêya şer û diyarkirina mekanîzmaya normalîzekirinê bi rêya Astanayê, dê ne hêsan be."

′TIRKIYE DIXWAZE LI ŞÛNA DIJMINAHIYÊ TÊKILIYAN BI YNK′Ê RE DEYNE’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Derdorên siyasî yên Iraqê diyar kir ku serdana vê dawiyê ya şandeya nûnerên şîrketên Tirkiyeyê ji parêzgeha Silêmaniyê re, nîşan dide ku Tirkiye têkiliyên bi YNK′ê re ji nû ve di ber çavan re derbas dike. Ew jî piştî nakokî di navbera wan de çêbûn û li Kurdistana Iraqê metirsî çêkirin.

Li gorî heman aliyên siyasî, diyar e Enqereyê biryar daye ku li şûna helwesta xwe bilind bike, têkiliyan bi YNK′ê re deyne. Lê YNK tu sûdê jê wernagire, berovajî wê nakokiyên wê bi Iraqê re zêde bibin û bihêle partiya Kurd a nêzî Îranê û têkiliyên wê bi hêzên alîgirê wê li Iraqê re baş e, nêzîkbûna di navbera wê û PKK′ê de geş bike."

′UNICEF: JI BER ŞERÊ LI SÛDANÊ NÊZÎ MILYONEK ZAROK KOÇBER BÛN′

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: “UNICEF′ê diyar kir ku ji ber şerê li Sûdanê yê di navbera hêzên çekdar û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de nêzî milyonek zarok di navbera 2 mehên borî de koçber bûn; ji sedî 25 ji wan li herêma Darforê ne.

UNICEF′ê di daxuyaniyeke xwe de got zêdetirî milyonek zarok di 2 mehan de ji ber şerê li Sûdanê koçber bûn. Her wiha li gorî raporên ketine destê UNICEF′ê, zêdetirî 330 zarok hatine kuştin û hezar 900 birîndar bûn.”

'PIŞTÎ DEMA NÛNERÊ NETEWEYÎ BI DAWÎ BÛ DI REWŞA LÎBYAYÊ DE NIXUMANDINEK HEYE’‎

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Lîbyayî li bendê ne ku nûnerê ‎neteweyî Ebdullah Batilî sibe li pêş Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî çi ragihîne. Ew ‎jî piştî par dema ji Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê re pêşniyar kiribû, bi dawî bû. Ebdullah Batilî ‎di civîneke çapemeniyê li Terablusê de got dem di 15′ê Hezîranê de bi dawî dibe. Ew yek jî ji ‎her du meclisan re hişyarî ye ku wan li pêş gelê Lîbyayê û civaka navneteweyî hesab bike.‎

Têkildarî lihevkirina Komîteya 6+6 a ji aliyê Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê ve hatiye ‎erkdarkirin ku qanûnên hilbijartinan amade bike û beriya dawiya îsal hilbijartin werin ‎lidarxistin da ku nakokiya li ser desthilatê çareser be, nixumandinek heye. Nexasim di ‎navbera aliyên bingehîn de li ser bendên Lihevkirina Bozenbîqa ya di 6′ê Hezîranê de hatiye ‎ragihandin nakokî hene û parlamentoya li ser lihevkirinê beriya dem bi dawî bibe, tu qanûn ‎çênekirin."‎

(fr)