YPJ: Em ê bêrawestîn li pey doza Avrînan bin

YPJ`ê, şehîd Avrîn Mahsûm ku demekê xebatkara Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê bû, bi bîr anî û ev soz da: “Em ê tekoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê.”

YPJ: Em ê bêrawestîn li pey doza Avrînan bin
17 hezîran, 2023   05:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina YPJ`ê ji ber şehadeta gerîlaya YJA Starê û rojnamevan Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustafa) daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Kevneşopiya çapemeniya azad bi tekoşîna hevrêyên weke Avrîn Mahsûm re li Rojava Kurdistanê şax berda. Çapemeniya azad ji bo rûyê kirêt ê dewleta Tirk ji cîhanê rabigîhîne, gelek berdelên giranbiha da. Hevrê Avrîn jî yek ji wan hevalanê ku bû şopdara mîrateya Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa.

Hevrê Avrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziyê mezin dibe û di sala 2014’an de biryara beşdarbûna nava şoreşa Rojava dide. Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê weke jineke berxwedêr her dem li eniyên pêş yên cengê de cihê xwe girt. Hevrê Avrîn hem şervantiya şoreşê kir hem jî heqîqeta şoreşê ji cîhanê re ragihand.

Di kar û xebatên navenda Ragihandina YPJ’ê de bi sekna xwe ye bi coş û kelecan herdem bû navgîna rihê şoreşgertiya demê. Hevrê Avrîn di kêliyên herî zor û zehmet de tu car bê hêvîtî nejiya. Ev taybetmendiya wê dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, rûxmû ji hevalên xwe dûrketibû û birîndar bibû jî, 26 rojan di nava artêşa dest bi xwîn a dewleta Tirk de xwe veşart û piştî wê xwe cardin gîhand hevalên xwe. Ev rihê berz û pîroz a ku hevrê Avrîn di dilê xwe de dihewand, herdem sekneke werek û dilsoz bi xwe re afirand. Ji Efrînê heta Pêngava Tunekirina DAIŞ’ê hevrê Avrîn hem bi çek û hem jî bi kameraya xwe tekoşîneke bê eman da meşandin. Di hemû eniyên şer de bû zimanê berxwedaniya doza mafdar a tekoşîna azadiya jinan.

Hevrê Avrîn di sala 2020’an de biryara tevlî bûna nava tevgera azadiya Kurdistanê da û berê xwe da çiyayên azad a ku ji dîrokê heta niha ji bo gelê Kurd bûye stargeh. Hevrêya me Avrîn tekoşîna ku li hemberî dagirker û terorîstan dameşandin de sînorên ku heyî ji holê rakir û bi rihê xwe ye netewî xwe li hemberî azadiya tevahiya Kurdistanê berpirsiyar dît. Bi biryar û îradeya xwe ye azad xwest li kêleka hevalên xwe yên li çiyayên azad yên ku berxwedaniyên dîrokî didin meşandin, cih bigre. Li ser vê biryar û armancê rêwîtiya wê ye ber bi çiyayên azad re destpê kir. Li warê ku berxwedaniyên bê hempa tê meşandin, li hemberî hovîtiya sedsalê a dewleta Tirk di demeke kûrt de  bû xwedî kedeke diyarker. Ev taybetmendiyên hevrê Avrîn pênaseya xwedina rihê demê îfade dike. Hevala me Avrîn li qadên azad hebûna xwe gîhand wateya rasteqîn û heta dawiyê jî meşa xwe ye azadiyê bi kelecaneke mezin domand.

Em weke Navenda Ragihandina YPJ’ê di serî de ji bo malbata hevrêya xwe ya hêja Avrîn Mahsûm û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê hevrê Avrîn Mahsûm û tevahî şehîdên çapemaniya azad de cardin sozdariya xwe ye li pey heqîqetê çûyînê nû dikin. Em soz didin ku em ê di her kêliya jiyanê de rûyê kirêt ê dagirkeran derxinîn holê û ji raya giştî re ragihnînin.

Em ê heta hênase xwe ye dawî bê ku yek kêlî jî rawestin, tekoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê.”

(c)