Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên 2 şehîdan

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên Nîhad Hiso û Ebdullah Îbrahîm re xwestin.

Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên 2 şehîdan
16 hezîran, 2023   13:45
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nîhad Hiso (Ebû Satûr) û Ebdullah Îbrahîm (Ebdulla) ku di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Şêniyên Kobanê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û ji wir berî da konê sersaxiyê yê Nîhad Hiso (Ebû Satûr) ku gundê Qelîçwêran ê başûrê bajarê Kobanê hatiye vedan.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Satûr roja sêşema borî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê Minbicê de şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêz hat girtin, piştre endamê Komîteya Navendî ya PYD'ê Salih Nûh axivî û bal kişand ser rola mezin a şehîdan a parastina yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmê.

Nûh got: "Şehîdn pêşengên me ne, bi saya wan em bi armanî dijîn. Ne ji şehîdan bûya, dê xaka me îro dagirkirî ba û gelê koçber bûba. "

Salih Nûh di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Piştre şêniyan berî dan gundê Qubê yê rojavayê Kobanê û sersaxî dan malbata şehîd Ebdullah Îbrahîm (Ebdullah) ê roja çarşemê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li Minbicê de şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mûş axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA