2 serçeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

Li Kerkûkê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hate zanîn ku yek ji wan berpirsê tenduristiyê bû û yê din jî berpirsê biryarên şer ên çeteyên DAIŞ’ê ye.

2 serçeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
16 hezîran, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarat û Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyonên ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de, li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li gorî ku Rojnewsê ragihandiye, yek ji çeteyên hatiye girtin, berpirsê tenduristiyê yê DAIŞ’ê ye û çeteyê din jî berpirsekî navdar ê berpirsyarê biryarên şer ên çeteyên DAIŞ’ê ye.

Di 11’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê li herêma Falka ya Kerkûkê êrişî leşkerên Iraqê kiribû û di encamê de 2 efserên artêşa Iraqê hatibû kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.