Komxebata li Lubnanê: Ji bo netewa demokratîk Rêveberiya Xweser şerteke sereke ye

Rûniştandina çaremîn û dawîn a komxebata Lubnanê, bi dawî bû.

Komxebata li Lubnanê: Ji bo netewa demokratîk Rêveberiya Xweser şerteke sereke ye
14 hezîran, 2023   15:18
LUBNAN

Mudira navenda lêkolînên Zayenda Civakî Nîmet Koko rûniştina çaremîn a komxebatê birêve bir. Beşdaran behsa stratejiya hevbeş a ji bo rojhilateke navîn a demokratîk çi ye, rêbazên karê hevbeş çi ne ji bo ku konfedraliya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were, rêbazên çareseriya aloziya koçberiyê li herêmê bi taybet koçberiya sûriyeyî çi ne nîqaş kirin.               

Mudirê navenda lêkolîn û şêwiran a Lubnanê Hesan Qeteb behsa stratjiya hevbeş a ji bo rojhilateke navîn a demokratîk kir û destnîşan kir ku dem dema bicihanîna berpirsyariyê ye ji bo ku alozî û şer bi dawî bibin.

Qeteb wiha domand: “Civakên me, ji ber dîktatoriyê êş kişand, tenê zulm, zordarî û gendelî belav bû û girtîgeh vebûn. GElo em dikarin bi rewşek wisa re bijîn, çima em dengê xwe nakin û ranagihînin cîhanê?”

Qeteb destnîşan kir ku ji bo avakirina dewleta heq û edaletê, dewleteke demokratîk ku cudahî naxe navbera welatiyan de, demokratiya rastîn alternatîfê kes û tevliheviya siyasî ye, çand, perwerde, rêgez û xet e.

Her wiha endamê Komeleya Qanûna Navneteweyî ya Misrî û Navenda Qanûna Navneteweyî ya Erebî-Ewropî Dr.Mixtar Xibaşî got: “Ciherengiya desthilatê, delîla dewlemendiya civakê ye. Ji ber wê, em dixwazin cureyeke desthilatê bê ku di bin sîwana kêmnetew, ol û bawerî de be. Dema em behsa fedaraliyê dikin lê hin fêm dikin ku em behsa fedaraliya taîfî dikin. Em tiştek ne baş e. Em behsa fedaraliya cografî dikin.”

Xebaşî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dewleteke demokratîk, şert e û alternatîfê netewdewletê ye.

Di beşa duyemîn a rûniştinê de Waêl Xêr û Sîroj Apîkiyan behsa aloziya koçberiyê kir bi taybet koçberiya sûriyeyî.

Endamê konfedraliya mafên mirovan a navneteweyî Waêl Xêr behsa rewşa qanûnî ya koçberan kir û got: “Dewletên mêvanperwer, pabendî pîvan û wesîqeya 1951`an e. Her wiha pabendî, peydakirina cih, xwarin, tenduristî û perwerdekirina zarokan e.”

Xêr di dawiyê de got: “Şaştiya ku dewleta Lubnanê kiriye, ew e ku kamp ji bo penaberan ava nekirin.”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Sîroj Apîkiyan behsa neyînên koçberiya sûriyeyî li Lubnanê li ser asta aborî û ewlehiyê kir û eşkere kir ku koçberê sûriyeyî, bi awayekî neyînî bandor li aboriya jihevketî ya Lubnanê kir.

Di aliyê ewlehiyê de jî Apîkiyan got: “Bi sedan ciwanên sûriyeyî yên alîgirên tirkan hebûn. Em bi fikarin ku Erdogan wan bi kar bîne û fîtineyê derxe.”

(şx)

ANHA