Konferasa Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê bi hilbijartinan bi dawî bû

Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê bi dirûşma  "Rewşenbîrê azad giyana netewa Demokratîk e" bi hilbijartina hevserokan û cîgera hevseroketiyê bi dawî bû.

Konferasa Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê bi hilbijartinan bi dawî bû
14 hezîran, 2023   14:19
ŞEHBA

Bi nirxandina rapora salê konferansa Yekitiya Rewşenbînê Efrînê berdewam kir.

Piştre rêziknameya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê ji hêla Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî  Hêvîn Şemiyo ve hate xwendin.

Her wiha ji hêla beşdaran ve jî rêzikname hate nirxandin û erê kirin.

Piştre hilbijartina hevseroketiyê hate kirin ku li şûna Esmet Hesen û Avesta Îbrahim, Mihemed Beko û Rûken Beyro bûn hevserokên nû yên Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê.

Konferans bi sozdayîn û encamnameyekê bi dawî bû.

(zş/şx)

ANHA