​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’

Xelkê navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê yên Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meş li dar xistin û diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya hemû pêkhateyan û kilîta aştiyê ye.

​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
​​​​​​​‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye’
13 hezîran, 2023   11:54
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera neke, cezayan li dijî wî ferz dike û nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bibînin. Her wiha cezayên nû yên dîsiplînê heta 6 mehan lê birîn.

Ji bo şermezarkirina wan sûc û binpêkirinan, li Girkê Legê û Til Koçerê meş hatin lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t628rfXet7A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Înisiyatîfa Gel meşeke girseyî li Girkê Legê li dar xist. Di meşê de xelkê navçeyê, saziyên sivîl, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Kongra Star, TEV-DEM û nûnerên PYD′ê beşdar bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li tevahî taxên navçeyê geriya. Şêniyan dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û pankartên "Azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên gelan e" hildan.

Li nava sûka navendî meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed axivî û îşaret bi rola felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a di danîna çareseriyan ji krîzên Rojhilata Navîn re kir.

Ehmed diyar kir ku bi armanca şikandina vîna wî û serîtewandina ji biryarên dewleta Tirk a faşîst re, zext li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin.

Ji bo sekna li hember van siyasetan Ehmed bang li pêkhate û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwe bispêrin metod û felsefeya neteweya demokratîk û wiha got: "Felsefeya Rêbertî rêya me ya ber bi azadiyê ve ye. Em hişyar bin û li hember biryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin û dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."

TIL KOÇER

Li Til Koçerê jî bi dehan xelkê navçeyê, endamên sazî, meclisên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Ereb û endamên Kongra Star beşdarî meşê bûn. Meş ji Çerxerêya Delê ya li başûrê navçeyê ve dest pê kir.

Meş di nava dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li taxên navçeyê geriya. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiya li Rojhilata Navîn e" hildan.

Li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li naverasta Til Koçerê meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Însiyatîa Gel a Til Koçerê Mehmûd El Salih axivî û îşaret bi siyasetên dijminane yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

El Salih da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina gelên berxwedêr û pêkhateyên wê ye.

El Salih bang kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê serhildana gelê herêmê siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker têk bibe."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star a Til Koçerê Emel El Celod got jinan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî kesayetên xwe bi pêş xistin. Ji ber wê ew bi rêya tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan êrişî jinan dikin.

Emel di dawiyê de got: "Divê em dengê xwe bilind bikin û li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê û Rêbertî yên ji hêla dewleta Tirk ve bisekinin."

(fr)

ANHA