Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin

Eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş û ewlehiya herêmê de teqez kir û girîngî da yekitiya gelê Kurd û ji bo xurtkirina hevkariya di navbera civakê û rêveberiyê de, banga damezirandina komîteyên gel kir.

Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
Rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş de hat teqezkirin
8 hezîran, 2023   17:01
QAMIŞLO

Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh bi eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê li bajarê Hesekê li dar xist û tê de rewşa siyasî ya herêmê û zehmetiyên li pêşiya herêmên Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.

Her wiha rola eşîran û hemû beşên civakê di parastina destkeftiyan û pêkanîna yekitiya niştîmanî di nav pêkhateyên herêmê de hat nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2023/06/08/155426_1.webp

Di civînê de endama Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Foze El Yûsif, rûspî û serokeşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê; Gabara, Rimaka, Simêla, Şêxan, Sorka, Omera, Saroxana, Necara, Omerî, Xelca, Hevîrkî, Koska, Ezîza, Mişkînî, Kurdkî, Dêwî Hêzkî, Erbanî, Tat Krad, Axa Elkîkan, Axa Milan, Badînî, Denan, Hesna Milî, Qere Kêçî  Wecîh Dînî beşdar bûn.

Di serî de Foze Yûsif bal kişand ser rola yekitiya niştîmanî di têkbirina qirkirina li dijî gelê Kurd de û got: "Divê em berjewendiyên niştîmanî li gor xwe bikin doza yekemîn û dev ji berjewendiyên partî û eşîrtî berdin da ku em dersan ji dîrokê bigirn û nekevin şaştiyên berê."

Her wiha, serokeşîrên Kurd teqezî bi girîngiya rola Rêveberiya Xweser di pêkanîna jiyana hevbeş û ewlehiya herêmê de da û banga pêkanîna yekitiyekê di nav hemû alî û beşên civakê de kir.

Serokeşîran girîngî da yekitiya gelê Kurd nexasim di vê qonaxa girîng de û banga lidarxistina konferanseke niştîmanî ji bo pêşxistina siyaseta niştîmanî ya hevbeş kir.

Di dawiya civînê de pêşinyara damezirandina komîteyên gel ji bo xurtkirina hevkariya di navbera civak û Rêveberiya Xweser de hat kirin.

(mh/şx)

ANHA