Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê ji Desteya Rêveberiya Xwecih cuda bû

Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di civîna xwe ya 4'emîn de ku îro li bajarê Amûdê li dar xistiye, biryara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiya Xwecih erê kir û hevserokê Desteya Karûbarên Civakî erkdar kir û endamên nû hatin hilbijartin.

Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê ji Desteya Rêveberiya Xwecih cuda bû
8 hezîran, 2023   15:55
QAMIŞLO

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê civîna xwe ya 4'emîn li hola civînan a Meclisa Zagonsaz a bajarê Amûdê li dar xist.

Di civînê de Desteya Seroketiyê ya Meclisa Zagonsaz, Desteya Seroketiyê ya Meclisa Rêveber, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê "Cîhan Xelîl", hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û 98 endamên Meclisa Zagonsaz beşdar bûn.

Di serî de rapora civîna borî bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî û rapora xebatên Meclisa Zagonsaz hatin xwendin, piştre hevseroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand û rewşa rêxistinî û rêveberî ya meclisê nîqaş kir.

Piştre û li gor raporên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Ubeyde Mihemed El Salih El Zobe wek hevserokê Desteya Karûbarên Civakî hat erkdarkirin.

Her wiha li gor biryara Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û raporên Meclisa Rêveber biryara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiya Xwecih a Herêma Cizîrê hat erêkirin.

Di dawiya civînê de ji bo endamtiya Welîde Botî di Koordînasyona Kongra Star de li şûna Şukriye Murad û Cîhan Hesen li şûna Taz Başa di bloka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de hatin erêkirin.

(mh/şx)