Teqezî bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî 2254 hat kirin

Meclisa Hevgirtina Kendavê û DYA`yê bi daxuyaniyeke hevbeş gotin ew pabendî çareserkirina aloziya Sûriyeye li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmar 2254 in.

Teqezî bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî 2254 hat kirin
8 hezîran, 2023   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama civîna stratejiya hevbeş a wezîrên Meclisa Hevgirtinê ya Kendavê û DYA`yê de, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de her du aliyan careke din destnîşan kirin ku pabendî dîtina çareseriyeyeke siyasî ya aloziya Sûriyeyê ne bi şêwazekê ku yekitiya Sûriyeyê û serdestiya wê diparêze, hêviyên gelê wê pêk tîne, li gorî qanûna mirovî ya NY`yê ye û biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmar 2254 e.

Ajansa Rûsya El Yewm da zanîn ku wezîran, hewldanên dewletên ereban ji bo çareserkirina aloziyê bi rêbazê “gav bi gav” li gorî biryara 2254 û civîna şêwiriyê ya Emanê bi erênî nirxandin.

Wezîran piştgiriya xwe ji bo hêzên amerîkî û hêzên koalîsyonê yên ku şerê DAIŞ'ê li Sûriyeyê dikin piştrast kir û hemû kiryarên ku metirsiyê didin ewlehiya van hêzan şermezar kirin.

Her wiha wezîran teqezî bi girîngiya amadekirina rewşê ji bo vegerandina koçber û penaberan li gor pîvanên Komîseriya Bilind a Karên Penaberan a NY`yê û pêşkêşkirina alîkariyê ji penaberên Sûriyeyê re û li dewletên koçberî wê bûne.

Wezîran bangewaziya sekreterê giştî yê NY`yê ji bo dirêjkirina 12 mehan a mekanîzmeya sînorî bi erênî nirxand û gotin ew piştgiriya vekirina tevahî deriyên sînor ên niha vekirî dikin; (Bab El Hewa, El Selam û Ray).

Her wiha wezîran destnîşan kir ku doza girtiyan û windahiyan li gor daxuyaniya Emanê û biryara 2254 bi hevkariya hemû aliyên berpirs hat nîqaşkirin.

Wezîrên derve yên dewletên Meclisa Hevgirtina Dewletên Kendava Erebî civîneke wezîran a hevbeş bi DYA`yê re li dar xist. Wezîrê derve yê Sultana Umanê Bedir Bin Hemed bin Hemûd Elboseîdî civîn bi rê ve bir, ku duh li Riyad bi beşdariya wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken hate lidarxistin.

(mh/şx)