200 hezar ton genim hate wergirtin

Rêveberiya Xweser ragihand ku heta niha bi rêya 25 navendên wergirtina genim, 200 hezar ton genim wergirtiye.

200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
200 hezar ton genim hate wergirtin
7 hezîran, 2023   11:46
QAMIŞLO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malperên xwe yên fermî, aşkera kir ku wan heta niha 200 hezar ton genim wergirtiye. Desteyê texmîn kir ku ev miqdar îsal bigihêje milyonek tonî.

Wergirtina genim li navendên taybet bêyî astengî di roja 14’an de dewam dike. Cotkar jî hîna berhemên xwe dibin wan navendan.

Desteya Çandinî û Avdanê ji bo wergirtinê kiloya genim bi 43 sentan diyar kiribû. Desteyê ji bo wergirtina genim 25 navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin.

Navendên wergirtinê li van herêma Cizîrê ev in; navendên Dêrik, Beroc, Til Elo, Gir Ziyarat, Tirbespiyê, Til Marûf, Qamişlo, Amûdê, Hitîn, Kibka, Hesekê û Sebahulxeyr.

Li gundewarên Dêrazorê jî ev in; navendên Sebe Kîlo (7 kîlo) û Hecîn. Li herêma Reqayê; navendên Selhebiyê, Kalta, Bedir, Kebiş, Şinînê û Rafîqe. Li Tebqayê; navenda Sewami El Bo Asî hene. Navenda Minbicê û navendên depoyên Rovî, Çelebiyê û Sirînê yên Kobanê.

(fr/c)

ANHA