YNK: Em ê ji ber mirina biguman a Zîrek Elî gilî bikin

Berpirsê Malbenda 3`yan a YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn ragihand ku ew ê li ser mirina biguman a Zîrek Elî, li asayîşa Hewlêrê gilî bikin.

YNK: Em ê ji ber mirina biguman a Zîrek Elî gilî bikin
7 hezîran, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (6`ê Hezîranê) Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê kesê bi navê Zîrek Elî Mihemed (40) dema li xwaringehê kar dikir, revand. Piştî ku 2 saet di ser bûyerê re derbas bûn, ragihandin ku Zîrek Elî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê ye.

Berpirsê Malbenda 3`yan a YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn der barê mijarê de li avahiya malbendê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Mecîd Mihemed got: “Me gilî amade kiriye, em ê pêşkêşî encûmena dadwerî, dozgeriya giştî, Wezareta Navxweyî û tevahî rêxistinên navxweyî û navdewletî bikin. Pêwîst e dadgeh û aliyên peywendîdar vê dosyayê bi encam bikin. Ji ber ku ne bûyereke asayî ye û di nava asayîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku li gorî gotina kes û karên wî şopên îşkenceyê li ser bedena wî hene.”

Mecîd Mihemed anî ziman ku ger giliyê wan li ber çavan neyê girtin, ew ê serî li dadgeheke Bexdayê bidin û rastiya bûyerê ji gel re eşkere bikin û wiha dom kir: “Ji bo lêkolînkirina cenaze, komîsyonek ji bijîşkên dadwerî ji Silêmaniyê hatine Hewlêrê û dest bi lêkolînê kiriye. Gelek caran bêyî ku tu sedemek cihê baweriyê hebe, endamên me ji aliyê asayîşê ve tên revandin û binçavkirin. Lê ji niha şûn de em ê vê zilmê qebûl nekin û rê nedin ti endamek me bi neyasayî were binçavkirin û îşkencekirin.”

(c)