Li Girê Spî serçeteyek hat kuştin

Hat ragihandin ku serçeteyekî koma Cebhe Şamiya ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî hatiye kuştin.

Li Girê Spî serçeteyek hat kuştin
7 hezîran, 2023   11:06
 EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, serçeteyê koma Cebhe Şamiye ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker Mehmûd Yasîn El Itêrî duh hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku serçete El Iterî dema li ser rêya di navbera gundên Xirbet Riz û Cezlê (10 km li başûrê navenda Girê Spî) erebeya xwe diajot, kesên nenas gule lê reşandine û hatiye kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an de beşeke mezin a kantona Girê Spî dagir kiribû.

(c)

ANHA