​​​​​​​Dadgeha Mafên Mirovan: Mafên Demirtaş û Yuksekdag hatin binpêkirin

DMME’yê têkildarî serlêdana Yuksekdag û Demirtaş biryar da ku dewleta Tirk Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

​​​​​​​Dadgeha Mafên Mirovan: Mafên Demirtaş û Yuksekdag hatin binpêkirin
6 hezîran, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş, ji ber ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê alîkariyeke baş wernegirtine, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû.

DMME’yê têkildarî serlêdana Yuksekdag û Demirtaş biryara xwe da. DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

DMME’yê biryar da ku di mijara pêvajoyên îtîrazê yên hiqûqa navxweyî de mafê Yuksekdag û Demirtaş hatiye binpêkirin.

Hat ragihandin ku Yuksedag û Demirtaş ji ber rewşa “rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzeran re dişopînin û belgeyên parêzer tînin desteser dikin” bi gilî ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevdîrên behsa xeberê di çarçoveya biryarnameyeke piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de ketine meriyetê.