​​​​​​​Armanca ciwanan bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wan bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye.

​​​​​​​Armanca ciwanan bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e
5 hezîran, 2023   23:21
KOBANÊ

Qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên wî re ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin, ku ji 25'ê Adara 2021'an de tu agahî ji wî nehatine girtin.

'ARMACNA ME YA TEKANE PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE'

/kr/uploads/files/2023/06/05/195321_.webp

Girêdayî vê mijarê, berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî destnîşan kir ku bi armanca rêgirtina li ber belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan, desthilata Tirkiyeyê tecrîd roj bi roj girantir dike.

Firyal got: "Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin ku em dê tu carî nehêlin ew bigihîje armancên xwe û em dê rêya rêberê xwe bişopînin. Armanca me ya tekane pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

/kr/uploads/files/2023/06/05/195340_.webp

Endama yekitiyê Mizgîn Silêman jî wiha axivî: "Ji zêdetirî 2 salan ve em rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo nizanin. Em dê heta bidawîkirina tecrîdê rêya rêberê xwe bişopînin. Wî ji bo pêkanîna jiyaneke azad û ewle ji bo me azadiya xwe ya fîzîkî feda kir. Ji ber wê jî em ê her bi navê Rêber Apo bang bikin da ku dijmin bizanin ku bi mîlyonan şopdarên fikrê wî hene."

'EW NIKARIN ÎRADEYA ME TÊK BIBIN'

/kr/uploads/files/2023/06/05/195355_.webp

Her wiha, endama yekitiyê Naîle Elî got: "Ev 2 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin ku malbat û parêzerên wî nikarin wî bibînin û li vê dawiyê jî ev qedexeya hevdîtinê hat dirêjkirin. Lê dîsa jî ew nikarin îradeya me têk bibin û me ji rêberê me dûr bixin. Serok ji bo vejandina jinan, têkoşîna xwe dest pê kir ji ber wê jî têkoşîna me jî dê bi armanca bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî be."

/kr/uploads/files/2023/06/05/195305_.webp

Endama bi navê Ahîn Etê jî dirêjkirina qedexeya hevdîtinê şermezar kir û banga erêkirina daxwazên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan kir.

(mh/şx)

ANHA