​​​​​​​Kombûna Zenûbya dikeve sala 3`yan: Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê xwe bigihînin tevahî jinan

Kombûna Jinan a Zenûbya ya li gorî felsefeya “Jin, Jiyan Azadî” a Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, bi plansaziyên girîng derbasî sala sêyem dibe.

​​​​​​​Kombûna Zenûbya dikeve sala 3`yan: Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê xwe bigihînin tevahî jinan
6 hezîran, 2023   03:40
REQA-ENES MIHEMED

6`ê Hezîranê salvegera duyemîn a avakirina Kombûna Jinan a Zenûbya ye. Kombûnê li dû xwe du salên tije têkoşîn hişt û bi plansaziyên nû derbasî sala xwe ya nû dibe.

Bi vê boneyê, endama Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê Nisrîn El Hesen ji ajansa me re axivî. Nesrîn got: “Ez tevahî jinan, bi taybet jinên li eniyên şer silav dikim. Şehîdên azadiyê ku ji bo me bigihînin ewlehiyê û rêya me ber bi azadiyê ve ronî kir, bi bîr tînim. Ez vê boneyê li tevahî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim.”

Kombûn navê xwe ji kiralîçeya Palmîrayê “Zenûbya” girtiye, ku rastiya jinên pêşeng rave kir û di serdema xwe de li dijî rûmiyan pêşengiya şoreşê kir û gelek pêşketin bi dest xistin.

Kombûn 6`ê Hezîrana 2021`an hat damezirandin. Ew kombûneke siyasî, ekolojîk, çandî û civakî ye. Nêrînên tevahî jinan dike yek. Ji bo avakirina sîwanekê ji tevahî jinan re li bajar, tax, di nav saziyên Rêveberiya Xweser de, kar û xebat dimeşîne. Ji bo jinan li herêmên rizgarkirî, banek e ku lê dispêrin.”

Navenda kombûnê li Reqayê ye û 4 nivîsgehên wê li Reqa, Tebqa, Minbicê û Dêrazorê hene. Di her nivîsgehekê de 12 komîte hene. Ji wan 7 komîte li gorî pêwîstiya kombûnê hatine çalakkirin.

YEKKIRINA RÊVEBERIYAN Û BIRÊXISTINKIRINA JINAN

/ar/uploads/files/2023/06/05/190203_nsryn-alhsn-28229.webp

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Nisrîn El Hesen bi bîr xist ku piştî rizgarkirina her çar herêman; Reqa, Minbic, Dêrazor û Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê bi pêşengiya YPJ`ê, bi lez û bi awayekî demkî rêveberiyeke jinan hat avakirin. Armanca wê, birêxistinkirina jinan û xilaskirina wê ji zihniyet û fikrê DAIŞ`ê bû.

Nisrîn wiha domand: “Dûre, amadekarî hat kirin ji bo ku Kombûna Jinan a Zenûbya bê avakirin. Me rêveberiyên jinan ên her çar herêman bi rêya kombûnê kir ye. Jinên tevahî pêkhateyan li gorî rêgezên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirin.

Li gorî Nisrînê, kombûnê di du salan de li hember tevahî cureyên nezaniyê têkoşiya ye, ji bo xurtkirina jinan kar û xebat meşandiye, li hember tundiya li ser jinan hemle lidar xistine û rola jinan di aliyên siyasî û rêxistinî de, xurttir kiriye.

Nisrîn destnîşan kir ku dewreyên perwerdeyê yên kombûn pê rabûne û werşeyên li dar xistine roleke girîng di avakirina kesayetên rêveber û pêşeng de lîstiye.

Bi rasthatina salvegera duyemîn a damezirandina kombûnê re, her çar nivîsgehên kombûnê, dest bi lidarxistina konferansên xwe yên yekemîn kir. Dûre dê kongreya giştî ya kombûnê li gorî sazûmaniya rêxistinî û rêziknameya kombûnê bê lidarxistin.

XEBATÊN PÊŞEROJÊ

Nisrîn El Hesen plansaziya kombûnê eşkere kir û got: “Em dê projeyên aborî çalak bikin ji bo hejmareke mezintir a jinan tev li kombûnê bikin. Dê asta baldarî û hişyariyê ya jinan bilind bikin, dewre û werşeyên dîtir li dar bixin, bernameyên civakî amade bikin û komînên jinan ên nivîsgehê li tax û gundan çalak bikin.”

Di dawiyê de Nisrîn wiha anî ziman: “Em bi dirûşma jin, jiyan, azadî dê bigihêjin tevahî jinan, wan li gorî rêgez û fikrê Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ya azadiyê bi rêxistin bikin.”

(dm/şx)

ANHA