Ji bo hevdîtinê malbata Rêber Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê di tecrîda girankirî de ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Ji bo hevdîtinê malbata Rêber Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê da
2 hezîran, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ku ev 3 sal in ti agahî jê nayê girtin.  Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Şaxa Cezaya Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

3 sal in ti agahî ji Rêberê Abdullah Ocalan nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de karîbû bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re tenê çend deqîqeyan biaxive. Li aliyê din parêzerên wî ji Tebaxa 2019’an û vir ve nikarin biçin Îmraliyê.