​​​​​​​Bîlançoya êrişan a meha Gulanê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de jî bi hewan, dron û balafirên bêmirov ên biçek 24 caran êrişî herêmên Şehba û Efrînê kir.

​​​​​​​Bîlançoya êrişan a meha Gulanê
1 hezîran, 2023   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Şehba û Efrînê yên meha Gulanê hat aşkerkirin.

Li gorî bîlançoyê, dagirkeran li hember gundên Şewarxa û Bêlûniyê yên Şehbayê û gundên Başemrê, Malikiyê, Gundê Mezin, Merenazê yên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê 24 caran êriş pêk anîn. Di êrişan de hewan, tank, dron û balafirên bêmirov ên biçek hatin bikaranîn.

Di êrişan de mal û milkên şêniyên van herêman zirar dîtin lê hate zanîn ku zirarên canî çênebûne.

ANHA