'Erdogan di navbera vegera penaberan û normalîzekirinê de tengijiye'

Piştî ku Erdogan dosyaya penaberên Sûriyeyê wek propaganda di hilbijartinan de bi kar anî, niha gelek zehmetiyên çareserkirina vê dosyayê, nemaze projeya vegerandina milyonek penaberan li herêmênê dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê dikişîne. Ev yek jî li dijî şertên hikumeta Şamê yên normalîzekirina têkiliyên bi Enqereyê re ye.

'Erdogan di navbera vegera penaberan û normalîzekirinê de tengijiye'
1 hezîran, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeya dewleta Tirk a dagirker a vegerandina penaberên Sûriyeyê, peymana gaz û petrolê û aloziya Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne.

'ERDOGAN DI PÊKANÎNA SOZA VEGERANDINA PENABERÊN SÛRIYEYÎ DE KETIYE ALOZIYÊ'

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser projeya Erdogan a vegerandina milyonek penaberên sûriyeyî û wiha nivîsand: "Di rapora ajansa Reutersê ya ji Enqereyê ku îro (çarşemê) daye, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan plana xwe ya vegerandina milyonek penaberên sûriyeyî li welatên wan diyar kir. Lê ji bo bicihanîna sozên xwe, li pêşberî gelek astengiyan e, nemaze ku şer li Sûriyeyê hîna dewam dike.

Tirkiye bi alîkariyên Qeterê avahiyên nû li bakurê rojavayê Sûriyeyê yê di bin serweriya komên çekdar ên opozîsyonê de ava dike. Li gorî Reutersê ev plan nîşan dide ku Tirkiye serweriya xwe li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên opozîyonê de zêdetir dike. Lê di heman demê de serokê Sûriyeyê wekî şertê jinûve avakirina têkiliyan di navbera her du welatan de, demek ji bo vekişandina hêzên Tirk ji herêmê diyar kiriye.

Li gorî Reutersê, li herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê yên di bin serweriya komên çekdar de qanûn tune ne.”

‎’HEVKARIYA ÇARALÎ YA ÇÎN, RÛSYA, ÎRAN Û IRAQÊ; OPEC′A SÊYEMÎN′‎

Rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Di hefteya borî de peymanên hevkariyê yên ‎têkildarî enerjî, ewlehî û lojistîkê di navbera Iraq, Iraq, Rûsya û Çînê de hatin îmzekirin ‎û tê texmînkirin ku bandora van peymanan li ser petrol û gazê yekser be.‎

Pisporan da zanîn ku ev hevkariya çaralî wek ‎mezintirîn mezêxera petrol û gazê ya cîhanê û 3 berhemdarên navdar, dikare OPEC’a sêyemîn ‎piştî OPEC û OPEC+ ava bike. OPEC′a nû ji hin tedbîrên tund ên OPEC û OPEC+’ê rizgar ‎dibe, bi taybet têkildarî diyarkirin û kontrolkirina buhayan.‎

Li gorî pisporan hebûna rêxistineke nû ya ji disîplînên berê rizgarkirî dê di radeya ‎yekemîn de bikeve xizmeta Çînê. Ji ber ku Çîn dixwaze qezencên zêde ji petrol û gazê‏ wergire."‎

‎′ARTÊŞA SÛDANÊ DAN Û STANDINÊN AGIRBESTÊ ‎RAWESTANDIN′‎

Li ser krîza Sûdanê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Artêşa Sûdanê duh dan û standinên ‎agirbestê yên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî ‎rawestandin û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi nepabendbûna agirbestê tawanbar kir.‎

Navbeynkarên dan û standinên li Cedayê, heta niha tu ceza li ser aliyan ferz nekirine da ku her du alî li ser ‎maseya dan û standinan bimînin."‎

‘NEXŞERÊYA AFRÎKAYÊ ÇAREYA KRÎZA SÛDANÊ YE’‎

Têkildarî krîza Sûdanê rojnameya Îtîhad a Îmaratê wiha nivîsand: "Yekitiya Afrîkayê duh ‎nexşerêyeke çareserkirina krîza Sûdanê ragihand. Tê de gelek tedbîrên ji bo çareserkirina ‎krîzê hene û agirbest jî yek ji wan e. Yekitiya Afrîkayê bi daxuyaniyekê nexşerêya çareserkirina krîza ‎Sûdanê ya bi 6 bendan ragihand.‎

Li gorî nexşerêyê divê agirbest pêk were, kiryarên dijminane werin bidawîkirin, alîkariyên ‎mirovî pêk werin, parastina welatiyan û binesazî were kirin û pabendî qanûnên ‎navneteweyî bin."‎

‎(bb-fr)‎