'Divê CPT û rêxistinên hiqûqî li hember rewşa Rêber Apo bêdeng nemînin'

Endama Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Roşîn Hido anî ziman tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne di rêzê de ye û got, li hemberî tecrîdê divêCPT'yê bikeve tevgerê.

'Divê CPT û rêxistinên hiqûqî li hember rewşa Rêber Apo bêdeng nemînin'
1 hezîran, 2023   00:30
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999ꞌan de di komployeke navneteweyî de ku plana wê di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatibû sazkirin, dîl hate giritn. Ji wê demê ve di nava tecrîdeke giran de ye.

Têkildarî mijarê, endama Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Roşîn Hido bi bîr xist ku hevdîtina dawîn a parêzeran a ligel Rêber Abdullah Ocalan di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû.

Di 25’ê Adara 2021’an de Rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê belê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hate qutkirin.

/ar/uploads/files/2023/05/31/182459_rwshyn.webp

Roşîn Hido bal kişand ser çalakiyên gel ên li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha domand : "Ji ber van binpêkirinan û negirtina agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan gelê me yê welatparêz dest bi grevên birçîbûn kir, di rêya vê yekê de hejmarek şehîd bûn."

Parêzer Roşîn Hido diyar kir ku “cezayên dîspilînê” têgeheke siyasî ye, dewleta Tirk wê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi kar tîne û got: “Her kes dizane ku dadgeha Tirkiyeyê ne serbixwe ye û di xizmeta berjewendiyên hikumeta Tirkiyê de ye. Li ser vê esasî qanûn tên danîn û ferzkirin.”

Roşîn destnîşan kir ku qanûnên dewleta Tirk a dagirker ne rewa ne û wiha dom kir: “Di asta cîhanê de, girtiyên normal dikarin parêzer û malbatên xwe bibînin û bi cîhana derve re bikevin peywendiyê. Hin mafên wan ên din jî hene. Rêber Apo girtiyekî siyasî ye, divê mafên wî zêdetir bin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wî ferz dike, wî ji mafên sereke yên li gorî qanûnên navneteweyî bêpar dihêle û hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê qedexe kiriye."

Roşîn bi bîr xist ku rêxistinên navneteweyî û hiqûqî jî li hember vê rewşê bêdeng in û got: "Divê parêzer û malbat serlêdana Rêber Apo bikin, da ku agahiyekê li ser bi dest bixin.”

Roşîn Hido da zanîn ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), serdana Tirkiyeyê dike, lê belê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan tu agahî parve nake û wiha pê de çû: “Ev binpêkirina mafên Rêbertî û tevahî gelê Kurd e.”

Her wiha Roşîn Hido diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tecrîdê girantir bike, ji ber vê jî divê rêxistinên mirovî li gorî berjiwandiyan xebat nekin.

Endama Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Roşîn Hido destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e  ku di navbera Rêber Abdullah Ocalan û gel de sînorekî ava bike û got: " Dewleta Tirk nikare di navbera gel û Rêber Apo de sînoran ava bike. Em bang li tevahî gelê azadîxwad dikin ku li ser piyan bin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Her wiha divê CPT jî bi erka xwe rabe û agahiyekê der barê tenduristiya Rêber Apo de bide."

ANHA