`Jin neynika civakê ye`

Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma “Birêxistinkirina kes û civakê bi fikrê aboriya komîlan rêya hevjiyana azad e” Komxebata Fikrî Ya 1`emîn li hola Mişwar a Reqayê li dar xist.

`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
`Jin neynika civakê ye`
31 gulan, 2023   15:14
REQA

Endamên akademî, partî, saziyên sivîl, leşkerî, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Reqayê tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed axivî û got: “Akademiyên Civaka Demokratîk, akademiyên perwerdehî ne ku di 6`ê Nîsana 2014`an de hatin avakirin. Armanca wê, gihandina kadroyan li gorî pergala demokratîk a ekolojî û azadiya jinan ta ku civakeke siyasî ya ekolojî ava bibe.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî beşa yekemîn a komxebatê a bi navnîşan “Welatiyê/a azad, jiyana komînal a demokratîk û nîvserbixwebûna aboriyê” bi rêve bir û got: “Di çarçoveya kesayetkirina jiyana demokratîk de, Rêber Abdullah Ocalan de hişyarî dabû ku divê ev kesayetkirin pêk neyê ji ber ku jiyana netewa demokratîk, yekparebûna zihniyetê û sazîbûna mayînde ye.”

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Zîb got: “Sazûmaniya civakê, ji kes, sazûmaniya kes ji malbatê, sazûmaniya malbatê ji civakê dest pê dike. Yanî sazûmaniya civakê û fikrê aborî ya komînal bi girêdana xurt a di navbera kesan de di tevahî waran de û afirandina jiyana hevbeş di navbera beşên civakê de, ye.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Perspektîfa Perwerdehî ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Îsmaîl El Elî jî got: “Heke her kes li pêşiya mala xwe paqij bike, dê kolan paqij bibe. Tenê bi avakirina endamek azad em dikarin bigihêjin endamê/a azad. Lê heke em li gorî pergala ehbabçawiştiyê çûn, wê demê em nikarin endamek azad ava bikin. Ji wê divê em destê xwe deynin ser êşa welatiyan. Wê demê dê her kes berpirsyariya xwe di civakê de bîne cih.”

Beşa duyemîn ku bi navnîşan “Hevjiyana azad a netewa demokratîk, netewa demokratîk û jiyana civakî” ji aliyê mamosteya Zanîngeha Şerq Nêroz Muslim ve hat birêvebirin. Nêroz got: “Hevjiyana azad, stûna bingehîn a netewa demokratîk e û bi rêya wê û xilasiya ji têgeha jin mulkiyet e, hevsengî li têkiliya di navbera jin û mêr de vedigere.”

Nêroz destnîşan kir ku divê jin rola xwe ya bingehîn û pêşeng di hevjiyana azad de bilîze û xwe ji girêdan û mulkiyetê xilas bike.

Der barê navaroka vê beşê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Leyla Mihemed got wekhevî di navbera jin mêr de pêk nayê, ji ber ku dema wek hev bibin, dê jin bibe mêr û wiha domand: “Divê em ferqê di navbera hevjiyana azad û wekheviyê de nas bikin. Armanc ew e ku jin haydar be û di çarçoveya derfetên xwe xwedî bingeh be.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Mehmûd El Hemed jî destnîşan kir ku jiyana hevbeş li herêmê tune ye ku jin yan mêr bi rola xwe di her karekî de bilîzin û ji bo avakirina civakeke pêşketî hevkar bin.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab El Ebûd axivî û anî ziman ku malbat bingeha civakê ye û hebûna jinan di civakî de pêwîst e. Her wiha diyar kir ku qanûnên heyî koletî, şer û parçebûn afirand û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke em bixwazin civakeke demokratîk ava bikin divê em rêgeza netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bixin pratîkê.”

Dûre Nêroz Muslim bersiva pirsên beşdaran da û got: “Jin endameke bingehîn a malbatê ye. Divê jin, têkoşînê li ser tevahî asta bimeşîne di serî de di malbatê de. Ji ber ku ew sembola têkoşîn û berxwedanê ye û rê li pêşiya hevjiyana azad vedike. Jin neynika civakê ye.”

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû ku hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî xwendin:

Pirsgirêk ne di derfetan de ye lê belê di birêvebirina wê de ye ji ber wê divê xebat li ser birêvebirina derfetan bê meşandin.

Divê rewşa komînan û rola wê ya rastîn a rêxistinî, aborî û civakî-ekolojî careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Divê mekanîzmeyeke girêdana aboriya hevbeş bi komînan re bê dîtin û koperatîf bê avakirin ku yekser bi komînan ve girêdayî bin.

Nezanî, koletî ye û zanîn azadî ye, ji ber wê divê perwerdeyên di nava akademiyan de bê xurtkirin û lidarxistina mîna vê komxebatê berdewam bike.

Baweriya bi rola jinan û pêwîstiya pêkanîna jiyaneke hevbeş.

Xurtkirina rola hevjiyana azad bi rêya lidarxistina werşeyên kar.

Jineolojî derbasî nav metaryalan bibe.

(şx)

ANHA