​​​​​​​‘Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da’

Endamên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a girêdayî taxa Eşrefiyê ya Helebê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got fikrê wî rêya azadiyê nîşanî wan da.

​​​​​​​‘Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da’
27 gulan, 2023   23:30
HELEB

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz dike. Ji 2 salan ve nahêle ne parêzer ne jî malbatê bibîne.

/kr/uploads/files/2023/05/27/192616_-.webp

Endamên meclisa Taxa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê ya Helebê tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Endamê Komîngeha Şehîd Rênas Hemîd Nasir li ser mijarê wiha got: "Ji 2 salan ve me tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan wernegirtine û tecrîd giran dibe. Ji ber ku dewletên kapîtalîst naxwazin fikrên wî bigihêjin gel."

Nasir wiha domand: "Dema Rêbertî dibêje ′Jin, Jiyan, Azadî′ ew banga rizgarkirina jinan ji koletiyê dike û dema jin bigihîne azadiya xwe wê demê gel hemû azad dibe. Ji lew re dewletên kapîtalîst şerê fikrê Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Nasir wiha pê de çû: "Berxwedana gel li hember tecrîdê rojane bilind dibe. Gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan e.”

′DENGÊ GELÊN BINDEST′

/kr/uploads/files/2023/05/27/192704_-.webp

Li aliyekî din jî endama Komîngeha Şehîd Aydin Şêrîna Ebdo wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji me re rêya azadiyê ronî kir û ronahî nîşanî me da. Ji lew re em dest girêdayî namînin û em ê azadiya rêberê xwe ya fîzîkî pêk bînin."

/kr/uploads/files/2023/05/27/192652_-.webp

Her wiha gerînendeyê xizmetguzariyan a meclisa Taxa Şehîd Cengîz Zekeriya Hisên tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Bi vê tecrîdê dixwazin gel bixin bin nîrê xwe. Ji lew re gel ji Rêber Abdullah Ocalan bi dûr dixin. Bêyî azadiya fîzîkî ya rêberê me em azad nabin."

Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewletên kapîtalîst û yên mezin li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê deng in. Ji ber ku Rêbertî dengê gelên bindest e û ev dewlet naxwazin azad be."

(fr)

ANHA