Artêşa Iraqê carek din xwest bikeve kampa Mexmûrê

Artêşa Iraqê ku ji 20’ê Gulanê ve hewla têlkirin û dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê dide, carek din bi çek û wesayîtên zirxî ketiye nava tevgerê û hewl dide bikeve wargehê. Berxwedana xelkê wargehê berdewam e.

Artêşa Iraqê carek din xwest bikeve kampa Mexmûrê
27 gulan, 2023   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûr 8 rojin di konên berxwedanê de li ber xwe didin û dibêjin ew ê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Li gor Roj Newsê ragihandiye, artêşa Iraqê carek din hewl dide bi çek û wesayîtên zirxî di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tê, dorpêç bikin. Xelkê Mexmûrê li hemberî vê yekê li berxwe dide.