Li Şehbayê bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Kongra Star û Hîlala Zêrînê bi meşekê belavkirina broşûrên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir. Bi hezaran beşdarên meşê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

27 gulan, 2023   12:24
 ŞEHBA

Meşa ku ji aliyê Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatî organîzekirin, dihat payîn ku piştî bidawîkirina belavkirin broşûran were lidarxistin lê hatibû taloqkirin.

Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê kantona Şehbayê, endamên sazî, yekitî û meclisên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li xaçrêya Kampa Serdem a li navçeya Ehdas kom bûn û li wê derê dest bi meşê kirin.

Meş li Parka 4`ê Nîsanê ya li gundê Maratê yê girêdayî heman navçeyê veguherî mitîngê.

Beşdarên meşê pankertên bi nivîsên “Bi şoreşa jinan em ê tecrîdê bişikînin û rêbertî rizgar bikin” , “Dem dema azadiyê ye” bilind kirin û dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Di mitîngê de piştî rêzgirtinê, ji rêveberiyên Kongra Star Berjîn Efrîn axivî û got: “Em bidawîkirina belavkirina broşûran a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê aştî û mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan radigihînin.”

Berjîn diyar kir ku siyaseta tecrîdê ji bo dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel e û got: “Lê girêdana gel bi rêbertî re xurt e, gel her tim ji bo daxwaza azadiya wî ya fîzîkî li qadan in û di nava çalakiyan de ye.”

Berjîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst dizanin ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan dê alozî û şerên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin, lewma tecrîdeke giran li ser ferz dike û wiha dom kir: “ Tecîrd ferz kirine da ku rê li ber çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, bigirin, ji ber ku ev çareserî plan û siyasetên wan ên bi armanca dûrixstina mirovan ji cewhêrê wan dişkîne."

Berjîn anî ziman ku jinên Efrîn û Şehbayê şopdarên ramanê Rêber Abdullah Ocalan in û dê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Rêvebera Tevgera Hîlana Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şêrîn Reşîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya tecrîdê û afirandina komployan li dijî gelên Kurdistanê, bi taybetî gelê Kurd hewl didie gel ji Rêbertî dûr bixe. Di van rojên dawîn de me dît çawa artêşa Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker hewl dide wargeha Mexmûrê yak u zêdetirî 12 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê hene, dorpêç bike. Di heman demê de êrişên wê yên li ser Şehba, deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê berdewam dikin."

Şêrîn Reşîd destnîşan kir ku jinên Efrîn û Şehbayê dê şopdarên xeta Rêbertî bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

ANHA