Hikumeta Iraqê rê neda şandeyeke îtalî serdana wargeha Mexmûrê bike

Şandeyeke îtalî ku dixwest di çarçoveya alîkarîdayînê serdana Mexmûrê bike, ji aliyê hikumeta Iraqê ve hate astengkirin.

Hikumeta Iraqê rê neda şandeyeke îtalî serdana wargeha Mexmûrê bike
27 gulan, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek îtalî ya ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk di hat, di çarçoveya projeyên xwe yên ji bo alîkariyê de, her sal serdana wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û gelek cihên din dike.

Di vê çarçoveyê de şandeyê xwest îro jî serdana wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bike.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyan girtine, beriya ku artêşa Iraqê hewl bide derdora wargehê têl bikin, şandeyê plan kiribû ku serdana Mexmûrê bike. Hate gotin, şande dema dixwest berê xwe bide Mexmûrê, li seytereya Hacî Elî ya ser bi navçeya Geyare ya Musilê ve hatin rawestandin û demek dirêj li wir disekinînin û rastî muameleya xirab hat.

Heman çavkaniyê ragihand ku piştî demek dirêj wesayîtek leşkerî ya Iraqê şandeyê dibe Bexdayê.

Hate ragihandin, şande niha li Bexdayê ye û serî li sefaretxaneya Îtalya ya li Bexdayê daye. Endamên şandeyê, diyar kirine ku ew vê nêzîkatiya Iraqê qebûl nakin, ew saziyek xêrxwaziyê ne û ji bo vê jî ew ê serî li hemû aliyên peywedîdar bidin.