Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

93 şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê li Dêrikê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
27 gulan, 2023   13:03
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, merasîmê bîranîna 93 cangoriyên azadiyê  yên mehên Adar, Nîsan û Gulanê li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, PYD, Kongra Star û malbatên şehîdan li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de sinevîzyoneke bi wêneyên 63 şehîdan hate pêşandan û nasnameyên şehîdan hatin xwendin.

Di dawiyê dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA