​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2023
26 gulan, 2023   23:00

- Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye, lewma divê dijî tecrîdê têkoşîn were bilindkirin û saziyên weke CPT'yê jî erka xwe bicîh bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên li kampa Girê Spî di qadên cuda de kar dikin da ku bi ked û xwêdana xwe debara xwe bi cih bînin. Koçberan diyar kir ku karê wan berxwedan û redkirina teslîmiyetê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îsraîl û Îranê gefên ragihandina şerekî mezin li dijî hevdu xwarin. Beriya vê yekê jî berdevkê leşkerî yê Îsraîlê destnîşan kiribû ku artêşa Îsraîlê di dema niha de naxwaze êrişî Lubnanê bike yan jî kargehên nûkeerî yên Îranê bike hedef. Gelo Hizbullah bi tevgerên xwe yên dawîn ên li başûrê xwest çi peyaman bide? (BI WÊNE).

- Bi berbangê re şiyar dibe û diçe nava zeviya xwe da ku parastina wê bike û dibêje "Divê em ji bo jêdera qûta xwe hevgirtî bin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pirtûkxaneya Amara ku 15 hezar pirtûk lê hene, ji bo hezkiriyên xwendin, ziman û zanistê bûye meqsed. Her wiha bûye cihekî civata rewşenbîrî û wêjeyê û pevguhertinan fikr û nêrînan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê bi merasîmekê şervanê Hêzên Komandos Hisên Ezîz li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin û gerîlayê HPG'ê Adil Hêlo yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuveya  tenesê li hola werzîşê ya navçeya Amûdê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA