Mexmûrî berxwedana xwe didomînin

Mexmûrî tevî gefên artêşa Iraqê û tozbarînê jî di konên berxwedanê de 7 roj e bê navber li ber xwe didin.

Mexmûrî berxwedana xwe didomînin
26 gulan, 2023   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî û wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Mexmûrî li dijî vê dorpêçê, li ber xwe didin û dibêjin bi tu awayî dê nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Duh careke din artêşa Iraqê kete nava liv û tevgerê, lê vê carê jî xelkê wargehê li ber vê yekê rabû û nehişt derdora wan were têlkirin.

Şêniyên wargehê careke din konên xwe yên berxwedanê vedan û li ber hewldanên têlkirinê rabûn.

Duh di nava leşkerên Iraqê de kesên bi kurmancî di axivîn hebûn û gef li xelkê wargehê dixwarin. Tevî vê jî xelkê wargehê dev ji berxwedana xwe berneda.

Duh bi şev tevî gefên artêşê û hewldanên têlkirinê, toz jî bariya. Li wargeha Mexmûrê ba û tozek zêde hat. Şêniyan di konên berxwedanê stran gotin û heya siharê li ber hewldanên dorpêçkirinê rawestiyan.

Sekna xelkê wargehê ya li dijî hewldanên dorpêçkirinê dewam dike.