Têkoşîneke dûr û dirêj û hewldanên ji bo yekitiya Kurd û kurdistanî; KNK

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê saziyeke neteweyî ya kurdistanî ye, ev 24 sal e ji bo yekkirina mala kurdî li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê tê dikoşe.

Têkoşîneke dûr û dirêj û hewldanên ji bo yekitiya Kurd û kurdistanî; KNK
24 gulan, 2023   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 24`ê Gulana 1999`an bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan û bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên siyasî, çandî, civakî û akademîsyenên ji parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, hat damezirandin û barê yekkirina Kurdan da ser milê xwe. Lê damezirandina wê bi awayekî fermî di 26`ê Gulana 1999`an de hat ragihandin.

Beriya damezirandina KNK`ê, bi taybet di Nîsana 1995`an de Parlamentoya Kurdistanê li derveyî welat (PKDW) hat damezirandin û xebatên wê bi giranî ji bo Bakurê Kurdistanê bûn. Lê belê armanca sereke ya avakirina yekitiya kurdî pêk neanî. Ji lew re Rêber Abdullah Ocalan dema li Îtalyayê bû û piştî ku bi gelek kesayetên siyasî û nîştimanî yên Kurd û kurdistanî re hevdîtin kirin, pêşniyar kir ku ji bo yekitiya kurdî saziyek bê avakirin, hemû rêxistinên Kurdan û kurdistanî di bin banê xwe de bîne cem hev. Li gorî wê pêşniyarê, sala 1998`an li Brukselê konferanseke giştî hat lidarxistin û gavên destpêkê yên avakirina KNK`ê hatin nîqaşkirin.

Biryar bû ku KNK bi awayekî fermî di Newroza 1999`an de bê damezirandin, lê belê ji ber Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hewldan û xebatên damezirandinê hatin taloqkirin. Piştî dîlgirtina Rêber Ocalan, di hevdîtina yekemîn a parêzeran a di Nîsana 1999`an de, Rêber Ocalan damezirandina KNK`ê pirs kir. Li ser wê yekê, komîteyeke amadekar a ji hêzên siyasî û kesayetên nîştimanî yên kurdistanî hat avakirin da ku kongreyek bê lidarxistin.

Komîteya amadekar bi piraniya alî û hêzên Kurd û kurdistanî re hevdîtin kirin. Lê hin aliyan destnîşan kir ku ew ji bo kongreyê ne amade ne, ji lew re KNK`ê di 20 salan de hewl da hişmendiya nîştimanî û neteweyî xurt bike û refan bike yek da ku bikarin li hember xetereyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bisekinînin. KNK`ê heta asteke mezin gelê Kurd di gelek dozên kurdistanî de kir yek. Berxwedana Kobanê û lehengiya gelê Kurd li Şengalê, Mexmûr û Kerkûkê ya li hember DAIŞ`ê, piştre Berxwedana Serdemê ya Efrînê û xwedîderketina gelê Kurd û Kurdistanê li gerîlayan, mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne.

Hewldanên yekkirina mala kurdî heta niha jî dewam dikin. KNK hewl dide yekitiya gel û pêkhateyên Kurdistanê pêk bîne, her wiha dixwaze ku Asûr, Suryan, Ermen, Tirkmen û Ereb jî di bin vê sîwanê de cih bigirin.

KNK ENCAMA TÊKOŞÎNA SEDSALÎ YE

/kr/uploads/files/2023/05/23/192650_-.webp

Hewldanên KNK`ê yên diyarkirina stratejiyeke hevbeş a Kurdan jî heta roja îro dewam dikin. Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs ku ji ajansa me re aixîvî û got: “Damezirandina KNK`ê piştî têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd pêk hat.”

Piştî ku Kurdistan li gorî Peymana Lozanê bû çar parçe, gelê Kurd ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe li hember dewletên mêtinger serî hilda. Ruxmî ku piraniya wan serhildanan bi hovîtiyê hatin tepisandin, mîna Serhildana Şêx Seîd, Dêrsim û Serhildana Seyîd Riza û Qazî Mihemed, lê belê gelê Kurd destgirêdayî nema û bi pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re têkoşîna xwe xurttir kir.

Ehmed Karamûs anî ziman ku derfeta gelê Kurd a damezirandina KNK`ê hebû, lê şert û merc dibûn asteng û wiha dom kir: “Di 24`ê Gulana 1999`an de hewldan û xebat bûn yek û damezirandina KNK`ê bi beşdariya partî, rêxistinên siyasî, civakî, çandî û kesayetên nîştimanî yên li Kurdistanê û diyasporayê hat ragihandin. Armanc wê, parastina berjewendiyên nîştimanî û neteweyî yên gelê Kurd û gelên Kurdistanê bû.”

ARMANCÊN KNK`Ê

Karamûs destnîşan kir ku damezirandina KNK`ê dereng hat ragihandin, sedem jî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû û wiha pê de çû: “Armanca sereke ji damezirandina KNK`ê yekkirina aliyên Kurd bû, da ku bibe sîwanek ji bo tevahî hêz û rêxistinên siyasî, civakî, çandî yên kurdistanî.”

Di dirêjahiya 24 salên borî de KNK`ê ji bo yekitiya nîştimanî û lêgerîna li stratejiyeke nîştimanî ya hevbeş ku bikare destkeftiyên Kurdan biparêze, bê rawestan xebat meşandin. Em dikarin xebatên KNK`ê li ser çend beşan binirxînin. Ya yekê; hewldanên wê yên berdewam ên yekkirina Kurdan ji bo stratejiyeke nîştimanî ya Kurdan a yekbûyî. Ya duyemîn; parastina çand û zimanê kurdî û kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê li Kurdistanê, ji ber ku dewletên mêtinger heta niha jî hewl didin çand û zimanê kurdî tune bikin û bi vê yekê jî hebûna gelê Kurd înkar bikin.

KNK`ê di qadên siyasî û dîplomatîk de jî ji bo balkişandina ser doza kurdî û kurdistanî roleke berbiçav lîst. Ehmed Karamûs di vê derbarê de got: “Kurdistan ji aliyê 4 dewletan ve dagirkirî ye, ev dewlet şirîkên dewletên cîhanî ne, yek ji wan Peymana Lozanê îmze kiriye. Armanca me ya sereke di vê derbarê de teşhîrkirina van siyasetan li pêşiya raya giştî ya cîhanê û civakan e.”

Yek ji armancên din ên sereke yên KNK`ê ku doza kurdî bi awayekî fermî ji aliyê saziyên navneteweyî yên mîna NY`ê ve bê naskirin, hevkar û koordîne û piştgiriya sazî û rêxistinên Kurdan ên li diyasporayê bê kirin. Ji ber ku civaka Kurd civakeke pirreng e û gelek pêkhate, ol û mezheban di nava xwe de dihewîne, KNK hewl dide hezkirin û jiyana hevbeş li seranserê Kurdistanê li gorî pîvan û bingehên demokratîk, xurttir bike.

GIRÎNGIYA KNK`Ê

KNK wek banê piraniya hêz, alî, hebûn û rêxistinên Kurdan ên li Kurdistanê tê hesibandin. Xwe li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê bi rêxistin dike û ji bo yekkirina nêrînê li parçeyên Kurdistanê bi wê re jî yekkirina gelê Kurd li Kurdistanê û diyasporayê tê dikoşe.

KNK destekê dide pirrengiya fikrî û îdeolojîk a hêzên Kurd û kurdistanî, lê bi şertê ku ne dijberî armancên nîştimanî û neteweyî û stratejiya gelê Kurd bin. Her wiha bi şertê ku di navbera wan de nakokî û rageşî dernekeve. Her wiha piştgiriyê dide hêzên rizgariyê yên li Kurdistanê yên ji bo azadî û mafên gelê Kurd tê dikoşin.

Li gorî KNK`ê, divê tu hêz, rêxistin an jî partiyeke Kurdan berjewendiyên xwe yên şexsî di ser berjewendiyên nîştimanî re negire, bi dagirkeran û dijminên doza kurdî re nebin hevkar. Karamûs got: “Sedem çi dibe bila bibe, divê tu hêzên Kurd ji bo lawazkirina hêzên din ên Kurd bi dijminan re hevkariyê nekin. Mixabin, ji ber lawazbûna hişmendiya nîştiamanî li cem hin hêzên Kurd, hin nakokî derketin ku gihaştin asta şer.”

Karamûs îşaret pê kir ku KNK saziyeke neteweyî ya kurdistanî ye, ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê tê dikoşe, rêzê li hember hemû gel û pêkhateyên li Kurdistanê digire, hewl dide wan biparêze, çand û mafên wan li gorî bingehên demokratîk biparêze.

Karamûs diyar kir ku xebatên wan di warê neteweyî, siyasî, pêşxistina ziman û parastina çanda Kurdan de dewam dikin û wiha lê zêde kir: “Di dîroka gelê Kurdistanê de û heta niha, saziyeke mîna KNK`ê nehatiye avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku tevî meylên siyasî, fikrî, neteweyî û mezhebî yên cuda jî, dê ev sazî bibe malê tevahî kurdistaniyan.”

Ehmed Karamûs bi bîr xist ku KNK saziyeke ne girêdayî tu partî yan rêxistinên diyar e, lê belê saziyeke neteweyî ya kurdistanî ye ku hemû beşên civaka Kurdistanê di nava xwe de dihewîne û mafê her kesî heye ku tev li vê saziyê bibe. Karamûs got: “Belê, heta niha temsîla hemû beşên Kurdistanê nake, lê ev armanceke me ye û em hewl didin vê armancê pêk bînin.”

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs, salvegera 24`emîn a KNK`ê li tevahî gelên Kurdistanê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û Tirkmenan pîroz kir û got: “Serkeftin teqez tê. Pêdiviya gelên Kurdistanê bi yekitiyê û parastina destkeftiyan heye.”

(c)

ANHA