YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de mêvanekê me jiyana xwe ji dest da

YBŞ’ê ragihand ku di êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk ya dagirker de, mêvanekî wan jiyana xwe ji dest daye û hevalekî wan jî birîndar bûye.

YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de mêvanekê me jiyana xwe ji dest da
23 gulan, 2023   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de YBŞ`ê got: “Îro di saetên sibehê de balafira bê mirov û biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk mêvanxaneya me bombebaran kir. Di encama êrişê de mêvanekî me jiyana xwe ji dest da û hevalekî me jî birîndar bû. Mêvanê me yê jiyana xwe ji dest daye bi navê Seîd Eşûr e û ji Xanesorê ye.”

YBŞ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker ev demek dirêj e êrişên xwe yên esmanî li ser Şengalê zêde kirine. YPŞ’ê destnîşan kir ku êrişa îro jî hatî kirin, heman armanca dewleta Tirk ya dagirker nîşan dide. Ev êrişa li dijî xelkê Êzidî ne ya destpêkê ye, di bingeh û armanca van êrişan de berdewamiya komkujiya xelkê Êzidî heye.