`Dorpêçkirina Mexmûrê dorpêçkirina tevahî kurdan e`

Xwepêşandêrên ku tev li xwepêşandana li Kobanê li dar ketiye bûne, dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û gotin ew dorpêç li dijî tevahî kurdan e.

`Dorpêçkirina Mexmûrê dorpêçkirina tevahî kurdan e`
23 gulan, 2023   15:25
KOBANÊ

Ji 20`ê Gulanê ve artêşa Iraqê Kampa Mexmûrê dorpêç kiriye û hewl dide ku dora wê têl bike. Li hember van hewldanan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û daketin kolanan.

Xwepêşdandêrên ku tev li xwepêşandana li Kobanê bûne, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

`DORPEÇ LI SER TEVAHI KURDAN E`

Welatiyê bi navê Nîzar Îbrahîm got: "Em li vir in ji bo ku piştgiriya xelkê xwe yê li Mexmûrê bikin. Em siyaseta doprêçkirina kampê şermezar dikin. Bi hevgirtina xwe em dê dorpêçên li ser Şehba, taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bişikînin."

Welatiyê bi navê Bozan Dalî jî got: "Dorpêç li ser tevahî kurdan e. Nekarin ev gelê leheng tune bikin, êdî berê xwe didin rêbazên din. Wî dorpêç dikin, koçber dikin û demografiya herêmê diguherin. Xelkê Kampa Şehîd Rustem Cûdî berê gelek êş kişand. Dewleta Tirk cih û warên wan şewitandin. Niha jî artêşa Iraqê vê êşê bi dorpêçkirinê dubare dike." 

“GAVŞ PAŞDE NEVÊJIN”

Welatiya bi navê Emîne Yasîn jî got: “Em li pişt we ne. Paşde gav nevêjin, li ber xwe bidin û li hember dijmin serî hildin.”

Welatiyê bi navê Osman Semê jî balkişand ser civînên pergalên serdestên herêmê û wiha domand: “Civînan li dar dixin tenê ji bo ku vîna gelê herêmê bişikînin ku êdî tirs şikandiye.”

Semê diyar kir ku dê hewldanên dorpêçkirina kampê, bi ser nekevin û got: “Gelê herêmê ji bo piştgiriya xelkê Mexmûrê bikin daketin kolanan. Em wan bi tenê nahêlin.”

(mh/şx)

ANHA