Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin

Li kantona Şehbayê di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, 7 hezar broşûr hatin belavkirin.

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
23 gulan, 2023   12:55
ŞEHBA

Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê di 20`ê Gulanê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest bi belavkirina broşûran kiribû.

Di 4 rojan de li navçeyên Ehdas, Fafîn, Til Rifet, kampên Serdem û Berxwedan ên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 7 hezar broşûr hatin belavkirin.

Di roja çaremîn û dawîn de, li navçeya Til Rifetê û saziyên sivîl zêdetirî 2 hezar û 300 broşûr hatin belavkirin.

Di broşûran de gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî azadî, demokrasî û azadiya jinan de hatine bicihkirin.

Dihat payîn ku bidawîkirina vê xebatê bi meşekê were ragihadin, lê meş heta demek nediyar hat taloqkirin.

(c)

ANHA