​​​​​​​Li Atînayê meşa li dijî dorpêça li ser Mexmûrê

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin û dorpêça artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê jî bi tundî hate şermezarkirin.

​​​​​​​Li Atînayê meşa li dijî dorpêça li ser Mexmûrê
22 gulan, 2023   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Yewnanistanê Atînayê li hev kom bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û hewldana artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina kampa Mexmûrê şermezar kirin.

Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta ‘Bimire xiyanet’ vekir û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kirin. Ciwanan xwest tavilê êriş bi dawî bibin.