135 rêxistinan banga parastina penaberan û piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser kir

135 rêxistinên sûriyeyî banga parastina penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê û piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew ji ber mijara vegerandina bi zorê ya penaberan li Sûriyeyê bi fikar in ku di vegerê de, rastî çewisandinê yan jî îşkenceyê werin.

135 rêxistinan banga parastina penaberan û piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser kir
21 gulan, 2023   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

135 rêxistinên Sûriyeyî bi daxuyaniyeke nivîskî banga parastina penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê kir.

Rêxistinên di daxuyaniya xwe de bang li desthilata Lubnanê kir ku yekser mijara vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyeyê li Sûriyeyê, rawestîne û divê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li Lubnanê, penaberan biparêze û derbaskirina wan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hêsan bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate got: “Demeke ku li penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê, rêbazên çewisandinê pêk tên, bi ser cih û warên wan de tên girtin, tên destgîrkirin, bi hiceta ku dema mayîna wan li Lubnanê qediye yan jî bi awayekî ne rewa derbasî Lubnanê bûne, bi zorê li Sûriyeyê tên vegerandin. Ev jî dihêle ku bi gelek xetereyên re rû bi rû bimînin ku bê girtin yan jî îşkence li wan bê kirin.”

Di daxuyaniyê de rêxistinên destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek caran bang kir ku dikare penaberan pêşwazî bike û wan ji wan siyasetan xilas bike û deriyên wê ji penaberan re vekirî ne.

Rêxistinan ev însiyatîfa Rêveberiya Xweser tevî ku di gelek zehmetiyan re derbas dibe, bi erênî nirxand û gotin ew piştgiriya vê însiyatîfa mirovî ya nîştimanî dikin û bang li desthilata Lubnanê kirin ku yekser, vegerandina bi zorê ya penaberên sûriyeyî li Sûriyeyê rawestîne.

Her wiha rêxistinan bang li desteyên NY`yê kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina penaberan bigire û parastina mafên wan bike ku jê ya herî girîng:

Peydarkirina korîdoreke ewle ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, ji bo ku vegera penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê û dewletên derdorê hêsan bikin.

Pêşkêşkirina desteka pêwîst ji kamp û navendên penaberiyê re di nav de av, xwarin, derban û xebatên bingehîn hene.

Ji nû ve vekirina deriyê sînor yê Yerûbiye (Til Koçer) ji bo ku alîkariyên mirovî yên NY`yî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

(şx)