Barana zêde zirar gihand çandiniyê

Barana ku duh û îro li herêma Cizîrê bariya li hin deveran û bi taybet li navçeya Til Temirê zirar da berhemên çandiniyê.

Barana zêde zirar gihand çandiniyê
21 gulan, 2023   12:08
HESEKÊ

Duh di saetên dereng ên êvarê de û îro li herêma Cizîrê baran bariya. Li navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê baran û zîpik zêde bariyan û zirar gihand çandiniyê.

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Temirê nikarîbû xwe bigihîne zevî û erdên çandiniyê yên ji ber baranê zirar gihîştiye wan, ji lew re rêjeya zirara ku çêbûye nehat zanîn.

Li gorî agahiyên ku komîteyê dane nûçegihanê me yê li navçeyê, komîte dê di du rojên pêş de piştî şopandina rewşa zeviyên li navçeyê, dê zirara ku pêk hatiye eşkere bike.

(c)

ANHA