TEV-DEM`ê banga piştevaniya ji bo xelkê Mexmûrê kir

TEV-DEM`ê kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî îradeya gelê Mexmûrê şermezar kirin û bang li hemû beşên civakê kir ku îrade û berxwedana xelkê Mexmûrê biparêzin, komployan pûç bikin û li hember siyaseta xiyanetê ya PDK`ê hişyar bin.

TEV-DEM`ê banga piştevaniya ji bo xelkê Mexmûrê kir
21 gulan, 2023   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin: “Êdî ji her kesî vê eşkere re ye ku hikumeta Iraqê û PDK`ê xwedî lihevkirinên plankirî û sîstematîk ên bi dewleta Tirk a dagirker re ne û dixwazin siyasetên xwe yên qirêj li dijî gelê me yê Mexmûrê pêk bînin. Xelkê Mexmûrê bi dehan salan li wir e, bêyî alîkariya wan aliyan li dijî DAIŞ`ê bi lehengî li ber xwe da û fedakariyên mezin da. PDK ku xwe wekî partiyekî kurdistanî dihesibîne, bac li ser xelkê wargehê ferz dikirin, ew dorpêç dikirin, nedihişt ku bikevin û derkevin û bi vê yekê dixwest wargehê vala bike û xizmeta dewleta Tirk a faşîst bike. Di heman demê de îradeya bi sed hezaran êzidiyên ji Şengalê yên li kampên penaberan teslîm digirt û hîna jî nahêle ku ew vegerin Şengala azad.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên li Mexmûr û Şengalê rastî komployeke mezin a artêşa Iraqê tên û wekî êrişeke çekdarî ji bo şikandina berxwedana gel hat hesibandin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Êrişa artêşa Iraqê nakeve xizmeta iraqiyan û Kurdan, lê belê xizmeta Tirkan û planên wan ên dagirkeriyê dike. Ji ber ku êriş piştî daxuyaniya wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk a faşîst ku dê dest deynin ser Heleb, heta Mûsil û Kerkûkê, pêk hat. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya şerê qirkirina gelê Kurd dest pê dike. Ev bi hevkariya yekser û eşkere bi PDK`ê re tê kirin, ku di pêkanîna peymana 9`ê Cotmehê ya li dijî îradeya gelên Şengal û Mexmûrê de israr dike. Girtina deriyê Sêmalka jî di heman çarçoveyê de tê, bi vê yekê xizmeta dijmin û dagirkerên Tirk dike, ev jî ne layîqî hewldanên ber bi pêkanîna yekitiya nîştimanî û ne layîqî gelê Kurd ê berxwedêr e.

Em bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî û saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û welatparêzan, rêxistinên jin û civakan dikin ku îrade û berxwedana gelê Mexmûrê biparêzin, van komplo û planên li dijî îradeya wan vala derxin, li hember siyaset û planên îxanetê yên PDK`ê hişyar bin, ya ku bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker sûcên dîrokî dike û guh nade bangawaziyên ji bo dûrketina ji dagirkeriya Tirk. Ev yek jî xeteriyê li ser hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên li seranserê Kurdistanê çêdike. Divê gelê me bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide gelê Mexmûrê.

Em bêdengiya rêxistinên NY`yê ya têkildarî kar û barên penaberên li Mexmûrê şermezar dikin û bang dikin ku tavilê destwerdana vê rewşa xeter bike.”

(c)